Li Silêmaniyê şeva borî ji ber aloziyek hîn sedema wê nayê zanîn 9 kes birîndar bûn.
Li taxa Serçinar a Silêmaniyê, li ber Otel Ebû Sena şeva borî nêzî 10 deqeyan dengê guleyan hat bihîstin. Hîn sedema guleavêtinê nayê zanîn. Li gorî agahiyan di encama gulebaranê de 9 kes birîndar bûn.
Piştî gulebaranê gelek hêzên leşkerî li ber Otel Ebû Sena hatin bi cih kirin.
Heta niha hêzên ewlehiyê li ser bûyerê ti agahî parve nekirine.