ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
DENÎZ POYRAZ ŞEHÎDA XETA AZADIYA JINÊ YE
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, di beşa 2. a Bernameya Taybet de êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê nirxand.
Sozdar Avesta, Denîz Poyraza ku di êrişê de şehîd bû wekî şehîda xeta azadiyê pênase kir.
Diyar kir ku ev buyereke ji rêzê nîne û got; ev êrişekî plankiriye.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
LI KURDISTAN Û TIRKIYÊ LI SER GELAN XETERIYEKE MEZIN HEYE
Sozdar Avesta destnîşan kir ku di vê êrişê de xwestine komkujiyek pêk bînin.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
ÊRIŞ LI SER XETA AZADIYA JINÊ YE, DIVÊ JIN Û CIWAN LI HER DEVERÊ RABIN SER XWE
Bal kişand ser rola jinê ya di berxwedeanê de û got: ji ber ku di civakê de ya herî zêde xeta azadiyê diparêze jin e.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
SEKNA DAYÎKA ŞEHÎD DENÎZ LI SER XETA AZADIYA JINÊ YE
Sozdar Avesta bal kişand ser sekna malbata Denîz Poyraz û bi taybetî jî sekna dayîka wê Fehîme Poyraz destnîşan kir.