DOZA BOMBEKIRINA PIRTÛKXANEYA ÛMÛT
TEVÎ KU 16 SAL DERBAS BUN JÎ HÊ BÊENCAM TÊ HIŞTIN
Di ser bombebarankirina Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn.
Berpirsên eskeran Alî Kaya û Ozcan Îldenzî li ser sûc hatibun girtin.
Herî dawî 21’ê cotmehê dozgeriya Tirk a Wanê derbarê 3 bersûcan de biryara berdanê xwest.
Dozger ji sûcdaran bêtir Seferî Yilmaz ê xwediyê pirtûkxaneyê ku mexdûr bûye sûcdar nîşan da.
Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz dibêje; tevî ku êrişkar li ser suc hatin girtin jî, doz bû mijara bazarê û sucdar hatin berdan.
Buyer di 9’ê Mijdara 2005’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî Pirtûkxaneya Umut pêk hatibu.