Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ‘Rejîma AKP û MHP’ê pêşiya xwe nabîne’

 

REJÎMA AKP Û MHP’Ê PÊŞIYA XWE NABÎNE
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Ev demeke Erdogan û wezîrên wî di her firsetê de derdikevin pêşberî kamerayan û gefa êrişan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dixwin. Bêgûman sedemên van gefan û zimanê êrişkariyê ji ber lewazbûna rejîma AKP û MHP’ê ye.

Erdogan di serdema desthilatdariya xwe de, her pêvajoya ku tengav bû karta şer derxist pêş. Di van salên dawî de şirîkê wî yê biçûk jî bi heman têgehê tevdigere…

Di gelek platformên cuda de êrişên muhtemel ên li ser Rojava tên nîqaşkirin. Li ser van gefên êrişkariyê jî herkesê ku mijarê dinirxîne balê dikşîne ser helwestên Amerîka û Rûsyayê. Wisa diyare; herkesî hêviya xwe bi van dewletan ve girêdaye û li bendê ne ku ji bo silametiya herêmê destûr nedin dewleta Tirk ku êrîş bike. Ji ber ku ev hêzên hegemon bi her awayî xwe li ser herêmê ferz dikin, dibe ku heya radeyekê ev nêzîkatî jî rast be.

Lê divê em ji bîr nekin ku şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Lewma di vir de îrade û nêzîkatiya gelan ji her aliyê ve girîng û bi wate ye. Ji ber vê yekê dema em nirxandinên xwe dikin divê em nêrîn û helwesta gelan jî bi heman girîngiyê bigrin dest.

Bêgûman Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî van gefan radibin. Di vê mijarê de li welat û derveyî welat gelek xebatên hêja jî hatin meşandin. Lê divê li hemberî van gefên dewleta dagirker gel bê amadekirin. Bersiva herî xurt wê ev be…

Tecrûbeya ku me bi dewleta Tirk a dagirker re jiyaye nîşan dide ku gefên li ser heremê jixwe hene. Rast e Erdogan û kabîneya wî ya şer ji bo ji krîza heyî xwe rizgar bikin gelek caran rojevê diguherînin lê divê em mijarê cidî bigirin dest û li gorî wê tevbigerin.

Ger di mijara Rojava de Erdogan û alîgirên wî di çarçoveya ku dixwazin êrişekê nikaribin pêk bînin, wê berê êrişên xwe bidin guhertin. Lewma dibe ku li şûna Rojava êrişê bibin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî…

Bi van êrîşan rejîma AKP‐MHP’ê hewl dide xwe li ser postê desthilatdariyê bigre.

Lê ji ber ew jî baş dizanin rê li wan tengbûye pêşiya xwe baş nabînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv