Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doktor Fernas Etiye Ehmed: ‘Ramanên birêz Ocalan çareseriyê tînin’

 

AZADIYA RÊBER APO
DOKTOR FERNAS ETIYE EHMED: RAMANÊN BIRÊZ OCALAN ÇARESERIYÊ TÎNIN

Doza Rêber Apo li cîhanê deng vedaye. Nexasim jî bala ronakbîr, siyasmedar, hiqûqnas û akademîsyenan dikşîne û banga azadiya wî dikin.

Têkildarî cezayên displînê ku li ser Rêber Apo hatin ferzkirin mamosteya zanistên siyasî Dr. Fernaz Etiye Ehmed ji ajansa Hawarê ANHA`yê re axivî.

Fernaz Etiye Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya van cezayan di tecrîdê de konsepteke nû dixe dewrê û got:

Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze fikrê netewî ya kurdî, têkoşîna ji bo azadiyê û parastina netewa kurd tine bike.

Dewleta Tirk ji derketina fikrên Rêber Abdullah Ocalan ditirse û naxwaze ev fikr li derve belav bibin.

Lê birêz Ocalan li gel li Îmraliyê girtî ye jî ew dikare rihê têkoşîna kurdan xurt bike.

Fernaz Etiye bal kişand krîz, şerên dijwar, pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên li Rojhilata Navîn û got:

Ramanên Rêber Ocalan ji van pirsgirêkan re çareseriyê datîne holê.

Dewleta Tirk dixwaze bi nexşeya jeosiyasî ya herêmê bilîze.

Fikrên birêz Ocalan li pêş van daxwazan asteng e.

Rêber Apo sembola doza kurdî ye, ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze vê sembolê ji bîra kurdan derxe,.

Lê ev yek zehmete ku pêk were, ji ber ku fikirê Ocalan di nava gelan de bi cih bûne.

Doktor Fernaz Etiye bêdengiya hêzên navnetewî ya beramberî kampanyayên azadiyê jî rexne kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv