LI SÛRÎ ÊRIŞA ÇEKDARÎ
ÊRIŞ LI SER RÊYA PALMÊRA PÊK HAT, HERÎ KÊM 28 KES HATIN KUŞTIN
Doh li dijî karwanekî artêşa Sûrî êrişeke mezin pêk hat..
Êriş li ser rêya di navbera bajarên Palmêra û Dêrazorê de pêk hat..
Li gorî agahiyên ku ajansên cîhanî parvekirine,
Dema karwanê artêşa Sûrî û milîsên girêdayî Îranê ji betlaneyê vedigeriyan navendên xwe, êriş li dijî wan pêk hat..
Di encamê de herî kêm 28 kes hatin kuştin û piraniya wan leşkerên artêşa Sûrî ne..
Di heman êrişê de 8 kes jî birîndar bûn..
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê kemîn danîne pêşiya karwanê artêşa rêjîmê..
Li gorî îdîayên çavdêriyê, çeteyan li 3 otobûsên artêşê dane û di êrişê de 30 kes hatine kuştin û 15 jî birîndar bûne..