AKADEMÎSYEN AYLÎN SOZER
JI ALIYÊ HEVALÊ XWE YÊ BERÊ VE HATE ŞEWITANDIN
Akademîsyen Aylîn Sozer, 30’ê Kanûnê li navçeya Maltepe ya Stenbolê bi awayekî hovane hat kuştin.
Akademîsyena jin, ji aliyê hevalê xwe yê berê Kemal Delbe ve pêşî bi kêrê hat serjêkirin.
Pişt re dermaneke şewatê li ser dekir û piştre jî agir berda malê.
Bi vî awayî jî xwest bide nîşandan ku di encama şewatê de hatiye miriye.
Lê belê kuştina akademîsyena jin di demeke kin de li ser medya dîjîtal deng veda û rastî derket holê.
Piştî buyerê Kemal Delbe hate binçavkirin..
Xelkê li der dorê, dema binçavkirinê hewil dan êrîş Kemal Delbe bikin.
Akademîsyena Jin Aylîn Sozer gelek caran beşdarî televîzyonan bûbû û derbarê tundiya li ser jinan de nirxandinan kiribû.
Heman rojê li Meletî û Dîlokê jî 2 jinên bi navên Selda Taş û Vesîle Donmez jî hatin qetilkirin.
“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
POLÎS ÊRIŞÎ JINÊN KU LI DIJÎ KUŞTINÊ DAKETIN QADAN KIR
Piştî kuştina her 3 jinan Meclîsa Jinan a Enqerê daket qadan.
Jinên çalakger xwestin daxuyanî bidin, lê polîsan êrişê çalakiyê kirin.
Polîsan 7 jin bi lêdanê kirin binçavan.
“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
TJA: LI DIJÎ KUŞTINAN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN
Tevgera Jinên Azad-TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî li Amed’ê, daxuyanî dan.
Hevseroka DBP’ê Seval Gulmez daxuyanî xwend û bal kişand ser kuştina her sê jinan.
Seval Gulmez Got;
“Tûndiya li dijî jinan û kuştina jinan her roja diçe zêdetir dibin. Sedema vê yekê jî polîtîkayên ne cezakirina bersûcan e. Kujer bi van polîtîkayan tên parastin.”
Bi heman armancê li Stenbolê jî jinan, bi daxuyaniyekê kuştina jinan şermezar kir.