Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Sîstema kapîtalist xwest sala 2020an bike sala nûjen kirina komployê 31.12.2020

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
SÎSTEMA KAPÎTALÎST XWEST SALA 2020’AN BIKE SALA NÛJENKIRINA KOMPLOYÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.

Dûran Kalkan, bi berfirehî sala 2020’an nirxand û serî de Rêber Apo, sala 2021’ê li li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn; ku sala 2020’an ji bo têkoşînê bû saleke gelekî girîng.

Dûran Kalkan, tecrîda giran a li ser Rêber Apo nirxand û diyar kir ku di 2020’an de ev tecrîd girantir bû.

Têkiliya tecrîdê û komploya navnetewî heye.

Sîstema Kapîtalîst a gerdûnî xwest di sala 2020’an de careke din komployê nûjen bike.

Plansaziyek çêkirin ku di nav de DYA, faşîzma AKP/MHP û PDK’ê heye.

Ev êrişên gerdûnî temamiya salê berdewam kirin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
TÊKOŞÎNA 50 SALÎ ŞOREŞA KURDISTANÊ DERXISTIYE ASTA SERKETINÊ

Dûran Kalkan destnîşan kir ku ev jî têkildarî şerê sêyemîn ê cîhanê ye ku îro tevahiya Rojhilata Navîn daye berxwe.

Şer li tecahiya herêmê belav bûye û her diçe dijwar dibe.

Ev rewş ji bo şoreşa Kurdistanê, ji her demê zêdetir firsend e.

Têkoşîna 50 salî îro şoreşa Kurdistanê derxistiye asta serketinê.

Ji ber vê yekê jî sîstema kapîtalîst a gerdûnî ketiye nava tirs û xofeke mezin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, diyar kir ku ji belavbûna fikrên Rêber Apo ditirsin.

Ne tenê gelê Kurd û gelên li Rojhilata Navîn, ditirsin ku fikrên Rêber Apo li tevahiya mirovahiyê belav bibe.

Ji ber vê tirsê ye, ku bi tecrîda giran dixwazin dengê wî qut bikin.

Ji rehînegirtinê wêdetir, li ser Rêber Apo sîstemeke êrişê birêve dibin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
KAPÎTALÎZM JI BO KAR BIKE VÎRUSAN DI AFIRÎNE

Dûran Kalkan, destnîşan kir ku vîrusa korona mohra xwe li 2020’an xist û got;

Kapîtalîzm ji bo kar bike vîrusan di afirîne.

Ji xwe derket holê ku vîrus li laboratuwaran hatiye hilberîn.

Vîrusa Corona sîstema kapîtalîst e.

Vîrusa Corona faşîzma AKP/MHP’ê ye.

Siyaset û zîhniyeta qirker a faşîst e.

Faşîzm jî dikuje, vîrusa Corona jî.

Zelal e ku xwestin ji vê feyde bigirin.

Vîrusa Corona afirandin, hilberandin û mirovan xistin bin zeptûreptê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
2021 WÊ TEQEZ BIBE SALA TÊKÇÛNA FAŞÎZMA AKP/MHP’Ê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bal kişand ku temamiya saliê ji aliyê faşîzma AKP/MHP’ê, rêveberiya PDK’ê û DYA’yê ve hatin tehdîdkirin.

Rêveberiya Trump roj jî da me, tehdît kirin û gotin;

Tişta em dibêjin divê hûn qebûl bikin, dereng bimînin hûnê tine bibin.

Bi vî awayî xwestin me teslîm bigirin.

Çi bûbû ku PDK hema ji nîşka ve di nîsana 2020’an de sekerên xwe derxist Zînî Wertê?

Ma rizgarkirina AKP/MHP’ê karê PDK’ê ye?

Teqez wê 2021 bibe sala têkçûna faşîzma AKP/MHP’ê

Ev gel na tirse, na çewise û dev ji doza azadiyê bernade.

Ev gel na qede, kî hesaban dike ku wê ev gel biqede; li hemberî berxwedana wî ew ê biqedin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv