Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dilzar Dîlok: ‘Dewleta Tirk par bi şikestineke psîkolojîk dest bi salê kir’

 

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê DILZAR DÎLOK:
DEWLETA TIRK PAR BI ŞIKESTINEKE PSÎKOLOJÎK DEST BI SALÊ KIR

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok di beşa duyemin ya hevpeyvîna xwe de li aliyekê şerê li Kurdistanê li aliyê din tengasiya ku rejîma AKP-MHP’ê di nav de ye şîrove kir.

Dilzar Dîlok pêşî bibîrxist ku di nava salê de dewleta tirk êrişên mezin pêkanî, daristanên Kurdistanê şewitand, talan kir, bi bombardumanên xwe bû sedem valakirina gundan û koçberbûna kurdan û got:

“Di destpêka sala borî de bi xêra serkeftina gerilla ya di şerê li Garê de, dewleta tirk bi şikestineke psikolojik dest bi salê kir. Lê êrişên xwe bi dijwarî domand.

Berbi dawiya salê jî, li Tirkiyê rewşa aborî tevlihev bû, birçîbûn û sefaletê tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê xist nava tengaveke mezin.”

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê DILZAR DÎLOK:
TEKOŞÎNA ME REJÎMA AKP’Ê ANÎ BER HILWEŞÎNÊ, ÊDÎ NIKARE LI SER PIYAN BIMÎNE

Fermandara gerilla Dilzar Dîlok behsa bandora pêngavên şoreşgerî jî kir û got

“Di nava sala borî de bi pêngavên tekoşîna me, faşîzma dewleta tirk derbên giran xwar, êdî nikare bi rihetî li ser piyan bisekine, lê hê bi temamî hilneweşiya ye.

Dilzar Dîlok bal kişan ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re jî û wiha axivî:

“Vê hevkariyê nîşanda ku gotinên PDK’ê yên li ser netewebûnê sexte ne, ji bo xapandina Kurdan e.

Derket holê ku yekitiya Netewî ya Kurdan bê PDK’ê jî dibe.”

Dilzar Dilok wateya azadiyê ya ji bo kurdan jî bi van gotinan şîrove kir:

“Ji bo Kurdan jî jiyana azad tê wateya avakirina civakîbûna xwe, avakirina pergalake azad, rizgarbûna ji zextên faşîzmê ye.

Di vê rêyî de divê em hewldan û keda Rêber Apo ya ji bo Kurd û Kurdistanê û fedakariya wi ya ji bo hemû mirovahiyê fêm bikin.

Azadiya wî ji bo hemû gelên Kurdistanê şertê jiyana azad e”.

Dilzar Dîlok tecrîda li Imraliyê jî bibîrxist û da zanîn ku hemû çalakiyên di nava sala borî de ji bo azadiya rêber Apo hatine kirin, tev bi watene, heta radeyekê bi serketiye, lê ji bo bigêhêje armanca xwe hê xebatên mezitir divê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv