Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Binevş Agal-Bêrîvan…Jina têkoşer û sembola serhildana Botanê

 

BINEVŞ AGAL-BÊRÎVAN
JINA TÊKOŞER Û SEMBOLA SERHILDANA BOTANÊ

Binevş Agal ango Berîvan di sala 1966 de li gundê Bazîwanê yê navça Batmanê Bişêriyê ji dayik bûye û heya 15 saliya xwe li gund ma.

Binevş Agal di 15 saliya xwe de diçe Ewrupayê.

Û Almanya bajarê Cellê li cem xwişka xwe bi cih dibe.

Piştî ku qursa ziman diqedîne dest bi dibistana pîşeyî dike.

Di wê demê de Binevş hertim weşanên îdeolojîk û polîtîk yên tevgera azadiyê dixwîne.

Raman û jiyana PKK’ê bandoreke mezin li ser Binevş çêdike.

Bi vî awayî di demek kurt de dibe sempatizana tekoşina neteweyî

û li bajarê Cellê dest bi xebatên Komeleyê dike.

Di sala 1984’an de Kurdên li Almanyayê meşek mezin li dar xistin.

Gelek jin jî tevlî vê meşê didin, yek ji wan jinan jî Binevş Agal bû.

Di vê meşê de Binevş Agal biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê dide.

Piştî wê, nêzî salekê li bajarên Almanya Cellê û Kolnê xebatên tevgerkirinê dimeşîne.

Binevş di sala 1985’an de ji Ewrupa veqetiya berê xwe dide Lubnanê, geliyê Bekayê Akademiya Mahsum Korkmaz.

Li wir perwerdehiya Îdeolojîk, polîtik û leşkerî dibîne.

Piştî perwerdeyê li rojavayê kurdistanê di nava gel de xebat dan meşandin.

Binevş ji vir jî berê xwe dide Cizîra Botan warê serhildanê.

Li Cizîrê Binevş Agal ne tenê xebatkarek rêxistinî bû, her wiha wekî gerîlayeke jin ketibû nava Cizîrê.

Ne bi tenê li Cizîrê li herêma Botan giştî xebatan dimeşîne.

Di 19 çileya sala 1989 de Binevş Agal ango Bêrîvan tevî ku deşifre bûye jî diçe Cizîrê.

Bêrîvan li kolana ciwan ji aliyê timên taybet ve dora wê tê girtin û gule berdidin çoka wê û birindar dikin paşê êsir dikeve destên timên taybet û wê îşkence dikin.

Lê ji ber ku Bêrîvan teslîm nabe 18 gule berdidin bedena wê û infaz dikin.

Bi Bêrîvan re milîsê bi navê Emîn Elçîtorun jî tê îşkencekirin û paşê bi 7 guleyan tê kuştin.

Binevş Agal bi bîr û baweriya xwe ya têkoşîna Kurd û Kurdsitanê dibe yek ji pêşengê jinan.

Jinên Kurd îro li ser mîrateya Binevşê li hemû qadên Kurdistanê şerê li dijî dagirkeriyê dimeşîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv