Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dilyar Cizîrî: ‘Xelîfan… sozên Barzanî bûn toz’

 

DILYAR CIZÎRÎ / RONAHÎ
XELÎFAN…SOZÊN BARZANÎ BÛN TOZ

Di roja 29’ê Tîrmehê de agahiya Fermandariya HPG’ê ji komeke gêrîlayan ku ji 7 kesan pêk dihat, qut bû. Li gorî agahiyên herêmî ku di wê demê de derketin, koma ku dixwest Çemê Zapê derbas bike, rastî êrişa çekdarî hatiye. Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û eşkere kir ku yek ji 7 gêrîlayan bi navê Heqî bi saxî ji êrişa çekdarên PDK’ê rizgar bûye û gihatiye hevalên xwe.

HPG’ê herwiha da zanîn ku 5 gêrîla ji koma 7 kesî di êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd bûne, agahî ji yekî nîne, lê guman hene bi birîndarî ketibe destê çekdarên PDK’ê. Ne tenê ew koma gêrîla, beriya wê jî bi çend rojan koma gêrîla ku ji 3 kesan pêk dihat, li heman herêmê ketibû kemîna çekdarên PDK’ê. Tevî hemû hewldanên malbatan û raya giştî ya kurdî, PDK derbarê mijarê de hê bê deng e.

Bûyerên bi vî rengî û kuştina zarokên Kurdan bi destê hin Kurdên din çiqas zor û zehmet e. Bêguman ev her Kurdê xwedîwijdan diêşîne. Jixwe HPG’ê jî di dawiya daxuyaniya xwe de nirxandina mijarê ji her Kurdê xwedîwijdan re hiştibû. Piştî rêzkirina bûyera Xelîfanê û nêzîkatiyên PDK’ê pêwîstî heye ku em hin tiştan bîr bixin. Nizanim rayedar û çekdarên PDK’ê dizanin ku ew gêrîlayên hatîn şehîdxistin, sala 2014’an ji bo parastina wan li Kerkûk, Şingal, Mexmûr û gelek bajarok û gundên başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û rûmeta başûrê Kurdistanê û rayedarên PDK’ê parastin?

Gelo ew dizanin ew in yên li Şingalê civaka me ya Êzîdî ji komkujiyan parastin û bi hezaran jinên Êzîdî rizgar kirin? Gelo dizanin ew in yên Mesûd Barzanî li Mexmûrê neçar ma serdana wan bike û ji bo spasiya xwe ji wan re pêşkêş bike, li hizûra wan rûnişt? Ji her kesî zêdetir divê rayedarên PDK’ê û her endamê PDK’ê bersiva van pirsan bide. Lê mixabin û sed mixabin, diyar dibe ku PDK ji bo têkçûna Artêşa Tirkan ya dagîrker ku ji 5 mehan ve êrişî qadên gêrîla dikin û nikarin pêşve herin, veşêre vê dike. Îcar ne tenê wê dikin, li Şingalê jî bi hinceta hilbijartinan dixwazin îradeya gelê Şingalê û Rêveberiya Xweser ya Şingalê têk bibin.

Mesûd Barzanî soz da ku wê ti carî rê nede xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijjandin, lê niha bixwe êrişî komên gêrîlayên ku rûmeta tevayiya Kurdistanê diparêzin dike û wan bi hêsanî dikuje. Ne tenê wisa bi hemû hêza xwe pîlanan li ser Şingalê dimeşîne.
Pêwîst e gelê me ji rayedarên PDK’ê re bêjie, Kurd dema sozê didin lazim e li gorî sozên xwe bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv