Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Deutsche Welle: ‘Ji qesra Erdogan heta buhuşta bacê çîrokeke offshor’ê’

 

DEUTSCHE WELLE
JI QESRA ERDOGAN HETA BUHUŞTA BACÊ ÇÎROKEKE OFFSHORE’Ê

Deutsche Welle’yê têkildarî sosreta belegeyên Pandorayê, bi bernameyekê bal kişand ser têkila şefê rejîma tirk Erdogan bi Holding Ronesansê re.

Bername bi vê manşetê hat weşandin:

Ji Qesrê heta buhuşta bacê çîrokeke offshore’ê.

Der barê vê çîrokê de ajans bi kurtî van agahiyan dide:

Ronesans Holdîng bi bêhejmar îhaleyên ku ji hukûmeta AKPê standine gelek caran bûye rojev.

Vê holdîngê ji aliyekî ve bi pereyên gelemperî Qesra Serokomarê tirk Tayîp Erdogan lê dikir, ji aliyekî ve jî 210 mîlyon dolar vediguhest buhuşta bacê. Ev yek niha bi Pandora Papers, ango bi belgeyên Pandorayê derket holê.

Mirov dikare bibêje ku tişta herî zêde bû sedem ku Erman Ilicak û şirketên wî ewçend mezin bibin, têkiliyên wî yên baş ên li gel fînansorên navneteweyî bû.

Wî ji fîrmayên mezin ên taşeron re patronî dikir û qezenca xwe bi lezeke mezin zêde dikir.

Deutsche Welle gelek agahiyên bi detay li ser sextekariy]n Ronesans Holdîngê dide û têkiliyên wê yên li gel Erdogan û kesên derdora Erdogan re jî bi berfirehî radigih’ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv