EURONEWS
LI SAZIYÊN DÊRA KATOLÎK SOSRETA HERÎ MEZIN A SEDSALÊ
Euronewsê li ser sosreta tecawiz û tacîzên li dêrên Fransayê pêk hatine nûçeyek bi vê manşetê deranî pêş:
Tacîzên cînsî li Dêrê. Fransa li bin şoka rapora Sauve de ye.
Nûçe bi kurtî wiha ye:
Rapora Sauvé mezinahiya sosreta cinsî ya ji aliyê keşe û oldaran ve ev heftê salên dawî hatine kirin, eşkere kir.
Ji sala 1950yî ve, hejmara tecawuzkar û tacîzkarên li dêrê li derdora 3 hezarî ye.
Hejmara qurbaniyan jî 330 hezar e..
Li gorî raporê ev tacîz û tecawuz li nava saziyên Dêra katolîk hatine kirin.
“Di nava van mexdûran de bi hezaran zarok jî hene.
Ji ber vê skandalê, tevahiya medya Fransayê rapor kir manşet.
Skandal bi carekê bû rojeva sereke ya medya û siyasetê.
Papa François jî di navê de tevahiya berpirsiyarên saziyên Dêra Katolîk di nava tengezariyeke mezin de.
Papa xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku ewê lêkolîneke kûr û berfireh bimeşînin.