NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI QADA YENÎKAPI RÊBER APO HAT SILAVKIRIN
Ji tevahiya navçeyên Stenbolê serê sibê bi sedhezaran kesî berê xwe da qada Yenîkapi.
Ji bo pîrozkirina Newrozê, ji her reng û dengî mirov herikîn qadê.
Jinên Kurd bi cilûbergên neteweyî hem xwe û hem jî zarokên xwe xemilandibûn.
Agirê Newrozê li her derê hat pêxistin.
Dengê dahol û erbaneyan bi gerandina govendê ji qadê bilind bû.
Dema bernameya pîrozbahiya Newrozê dest pê kir jî bi hezaran kes kom bi kom diketin qadê.
Gelê Kurd bi silavkirina serketina gerîla ya li Garê dest bi pîrozbahiyê kir.
Paşê li ser navê komîteya Amadekar û Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat gotin, wê ti carî gelên Tirkiyê teslîmî faşîzmê nebin.
Bi tijekirina mîna qadên Yenîkapi wê her roj bersivê bidin hewldanên girtina HDP’ê.
Paşê agirê Newrozê hat pêxistin.
Herî dawî jî Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di pîrozbahiyê de xîtabî bi sedhezaran kesî kir.
Pervîn Bûldan bal kişand ser êrişên li dijî HDP’ê, betalkirina peymana Stenbolê û tecrîdkirina Rêber Apo û ev peyam dan:
Qadên Newrozê wê dawî li tarîtiyê bînin.
Em vê jiyana ku li ser me tê ferzkirin qebûl nakin û ev qada Newrozê nîşaneya vê yekê ye.
Bi coş û biryar emê meşa xwe bidomînin.
Bi dayîma berdêla herî giran jî emê AKP-MHP’ê têk bibin.
Gotina dawî li qadan, li kolanan li dijî betalkirina peymana Stenbolê wê jin bêjin.
Em yek diçin, hezar vedigerin.
Hûn siyassetê li 687 kesan qedexe bikin, emê 12 milyon mirov dest bi siyasetê bikin.
Piştî axaftinan gel li ber stranên komên mûzîkê govend gerand.