Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Em li dora Rêber Apo bibin xelek 20.03.2021

 

JI KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ KCK’Ê PEYAMA NEWROZÊ
“EM LI DORA RÊBER APO BIBIN XELEK”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê bi peyamekê Newroza 2021ê pîroz kir.

KCKê Newroz di serî de li Rêber Apo û Jinên pêşengiyê ji şoreşa azadiya Kurdistanê re dikin û gelan hemûyan pîroz kir.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê di şexsê Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel de Şehîdên Newrozê hemû bibîranîn.

Di daxuyaniya KCKê de êrişên qirkirinê yên rejîma Faşîst AKP-MHPê ku di şexsê rêber Apo de li dijî gelê Kurd pêk tîne hat bibîrxistin û îşaret bi pêngava dem dema azadiyê ye ya ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo hat kirin.

Vê demê ku gelê me di meha Adarê de xwe amade dike dakeve qadan, li dijî Rêberê me îdiayên tên belavkirin gelek manîdar in.

Armanca van îdiayan ew e ku tolê ji gelê me ku li Rêberê xwe xwedî derdikeve were hilanîn.

Bi vê jî dixuyê ku rejîma metînger û qirker di nava hesabên gelek qirêj û bi talûke de ye.

Rêjîma faşîst bi van hesabên komploger dixwaze tolê ji têkçûna xwe ya Garê hilîne.

Gelê mê wê di Newroza Azadiyê de li qadan bi pêxistina agirê Newrozê hesabên faşîzmê vala derxe.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê diyar kir, ku divê gelê kurd li çar hêlên Kurdistan û derveyî Welat Newroza îsal veguherîne Newroza azadiya Rêber Apo.

Gelê me; çalakiyên ku bi Newrozê gihiştine lutkeyê, heta hevdîtina rû bi rû bi Rêberê me re çêbibe bidomînin.

Heta hevdîtin bi parêzer û malbatê re çênebe divê gelê Kurd li malê rûnene.

Her dem û her kêlî divê di nava çalakiyan de bin.

Bi pêşengiya jin û ciwanan divê gelê me bibe lehî û bi herike qadên Newrozê.

Kurdistanî û dostên wan hemû û yên jin û ciwan li dora Rêber Apo bibin xelek û di Newrozê de berxwedanê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv