NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI QADA GUNDOGDU YA IZMÎRÊ DENGÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BILIND BÛ
Ev der qada Gundogdu ya Izmîrê ye.
Bi hezaran kesî qada pîrozbahiya Newrozê tije kirin.
Di tevahiya axaftinan de qada Gundugdo weke bersiva li dijî hewldanên girtina HDP’ê hat destnîşankirin.
Her wiha bi hezaran kesî li dijî tecrîdê berxwedana Rêber Apo silav kirin:
Pîrozbahiya li vê derê jî bi coşeke mezin bi dawî bû.
NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BI HEZARAN KESÎ LI MÊRSÎNÊ BERSIV DAN ÊRIŞAN
Pîrozbahiyeke din a girseyî li Mêrsînê hebû.
Bi hezaran kesî qada Mitîngê ya Tirmilê dagirt kiribûn.
Li vê qada Newrozê ya li Akdenîzê jî mijara sereke tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û hewldanên girtina HDP’ê bû.
Piştî ku agirê Newrozê hat pêxistin, siyasetvan û mêvanan axaftin kirin.
Di axaftinan de hat gotin, wê HDP ti carî serê xwe li ber faşîzmê netewîne.
NEWROZA “DEM DEMA AZADIYÊ YE
LI KOCAELÎ, ANTALYA Û MÛXLAYÊ JÎ HAT PÎROZKIRIN
Pîrozbahiyeke din jî li navçeya Kocaelî Gebzeyê pêk hat.
Gelek kes tevî astengiyên polîsên AKP-MHP’ê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Omer Faruk Gergerlîoglu yê parlementerê Kocalî ye û parlementeriya wî ji aliyê rêjîma faşîst ve hatibû betalkirin jî bi rêya dîmen beşdarî pîrozbahiyê bû.
Gergerlîoglu li vê derê got, em li meclîsê hûn li qadan bi pêxistina agirê Newrozê emê bi ser kevin.
Ev der jî Antalya ye.
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya li navçeya Kepezê bûn.
Pîrozbahiyeke din a li Tirkiyê li Çorumê pêk hat.
Gelek kes beşdarî pîrozbahiya li Parka Aşik Mahsûnî Şerîf bûn.