Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk derbên xwe vedişêre: Bi dehan kuştî û birîndarên wê li kû ne?

 

DEWLETA TIRK DERBÊN KU DIXWE VEDIŞÊRE
BI DEHAN KUŞTÎ Û BIRÎNDARÊN WÊ LI KÛ NE?

23’yê Nîsanê dewleta Tirk derfet û teknîka xwe ya şer hemû li dijî gelê Kurd seferber kirin.

Li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, bi taybetî Metîna, Avaşîn û Zapê êrişeke berfireh da destpêkirin.

Ji wê şevê ve, bi dehan balafir, helîkopter, balafirên bi çek û bêmirov, qereqolên li ser sînor, van herêman bi dijwarî bombe dikin.

Dewleta Tirk dîsa jî dike û nake, nikare serketinekê ji bo raya xwe ya giştî ragihîne.

Wezîrê Karên Hundir ê rêjîma faşîst Suleyman Soylu derket kanaleke xwe ya televîzyonê.

Û çîrokeke çêkirî an go senaryoyeke ku zarok jî jê bawer nekin li ser ekranan vegot.

Ê başe Soylu ji ber çi behsa Metîna, Zap û Avaşînê nekir û bi mijarên cûda berê xwe da şerê taybet û derewan?

DEWLETA TIRK DERBA KU DIXWE VEDIŞÊRE
ZÊDETIRÎ 100 ÇALAKIYÊN GERÎLA, BI DEHAN KUŞTÎ Û BIRÎNDARÊN ARTÊŞA TIRK

Helbet bersiv di daxuyaniyên HPG’ê de, dîsa li cem xelkê Başûr û Bakurê Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniyên HPG’ê, gerîlayan heta niha zêdetirî 100 çalakî ji 24 heta 28’ê Nîsanê li dar xistin.

Şeva 23’yê Nîsanê jî li her sê herêman şerekî giran qewimî.

HPG’ê ragihand, ku tenê wê şevê bi dehan kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk çêbûn.

Li gorî daneyên di daxuyaniyan de an go bi qasî ku gerîlayan bi çavê xwe dîtine, heta niha 119 dagirker hatine kuştin.

Dewleta Tirk kuştî û birîndarên xwe yên li sê herêman dibe kû derê?

DEWLETA TIRK DERBÊN KU DIXWE VEDIŞÊRE
LI BAREGEHAN 70 CENAZE Û LI GEVERÊ BI DEHAN BIRÎNDAR HENE

Li baregehên Geliyê Zaxo û Bamernê nexweşxaneyên seyyar danîne.

Xelkê herêmê ragihand, ku 70 cenazeyên eskerên Tirk dîtine.

Li Bakurê Kurdistanê jî navnîşana lezgîn a destwerdana li birîndarên artêşê û veşartina kuştiyan navçeya Colemêrgê Geverê ye.

Çavkaniyan ji wir jî bo televîzyona me ragihandin ku tenê şeva 28’ê Nîsanê bi dehan birîndar û kuştî anîne nexweşxaneyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv