“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ”
HPG: LI METÎNAYÊ 15 DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Metîna û Heftanînê û êrişên dagirkeriya Tirk b daxuyaniyekê ev agahî dan:
Li herêma Metîna gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê gelek çalakî pêk anîn.
Li gorî daxuyaniyê…
27’ê Nîsanê gerîlayan ji 3 milan ve bi ser Girê Şehîd Serhat de girtin.
Di vê çalakiya bi bandor de ji dagirkerên ku li Gir bicih bûbûn, 4 esker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Heman rojê artêşa Tirk a li ser Girê Zendûra bi cihbûyî bû hedefa gerîla.
Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin kuştin.
Helîkopterên xwestin bi hawara eskeran ve werin jî li ser destwerdana gerîla derb xwarin û neçar man ji qadê dûrketin.
28’ê Nîsanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Zendûra yên dixwestin dara bibirin û bi cih bibin kirin hedefa du çalakiyên sabotajê.
Di van çalakiyan de 5 esker hatin kuştin.
Heman rojê dagirkerên ku xwestin li ser Girê Şehîd Dilber çeperan bikolin û bi cih bibin, ji aliyê hêzên gerîla ve hatin hingaftin.
Du çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin û 3 esker hatin kuştin.
CENGA HEFTANÎNÊ
HPG: LI XANTÛRÊ DAGIRKEREK HAT KUŞTIN
Dîsa 28’ê Nîsanê li qada Xantûrê ya Heftanînê gerîlayan bi çalakiyekê artêşa Tirk a li ser Girê Sûîkastê kirin hedef.
Li vir jî dagirkerek hat kuştin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin, ku 27, 28, 29’ê Nîsanê dewleta Tirk bi balafirên şer, helîkopter, obus û hawanan bi dehan car qadên Metîna, Zapê, Avaşînê bombe kirine.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.