ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: MAYÎNA JI DEMA SADDAM MAYÎ BI EKÎBA ELEKTRÎKÊ DE TEQIYA
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
Artêşa dewleta Tirk a dagirker, ku li hemberî berxwedana hêzên me û çalakiyên bi bandor bêçare maye, bi her cûre teknîkê Herêmên Parastinê yên Medya bombe dike.
Bi taybetî jî deverên ku xelkê me yê Başûrê Kurdistanê lê dike hedef.
Di van êrişan de zirar li bax û bostanên gelê me dibe.
Her wiha bi vê yekê binesaziya herêmê xirab dike û di meha Remezanê de gelê me dixe zehmetiyê.
Di encama vê yekê de sivîlên ji bo tamîra elektrîkê hatibûn herêmê pê li mayîna ji dema Saddam Hiseyîn mayî kirin.
Di vê teqînê de 3 mirovên me birîndar bûn.
Berpirsa vê êrişa xembar tenê dagirkeriya Tirk e.