Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Delegasyona aştiyê ya Îmraliyê rapora xwe eşkere kir: ‘Divê dest li pergala tecrîdê were werdan’ 10.03.2021

 

“DIVÊ DEST LI PERGALA TECRÎDÊ WERE WERDAN”
DELEGASYONA AŞTIYÊ YA ÎMRALIYÊ RAPORA XWE EŞKERE KIR

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê di salvegera 22’yan a esareta Rêber Apo de bi onlinê civînek çêkir.

Piştî civînê jî “Rapora Sibata 2021’an a Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê” eşkere kir.

Di raporê de ev tespît derketin pêş;

Di encama hemû lêkolîn û jêpirsînê me de muxatabên me destnîşan kirin ku binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê bi tecrîda li ser birêz Ocalan ve girêdayî ye.

Pergala Îmraliyê ne tenê li zîndanan her wiha di qada siyasî û civakî de jî pêk tê.

Berfirehbûna vê pergalê tê wateya sazûmanbûna faşîzmê.

Di raporê de her wiha îşaret bi bêdengiya civaka navnetewî jî tê kirin û wiha tê gotin:

Ev bêdengî tê wateya şirîkatiya sûc.

Rapor rexne li neçûna CTP’yê ya Îmraliyê digire û van pêşniyazan dike:

“Ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe girîng e ku zext li dewleta Tirk were kirin.”

Divê civaka navnetewî tevî sazî û hikûmetên xwe dest li tecrîdê werdin ji ber ku ev tecrîd îro bi destê dewleta tirk li ser tevahiya civaka Tirkiyê tê sepandin.

Divê piştevaniya tevgerên civakî yên dinyayê bi Tevgera Azadiya Kurd a Tirkiyê re were teşwîqkirin.

Divê herwiha piştgiriya tevgerên jinan ên navnetewî bi tevgera jinên kurd re were teşwîqkirin.

Divê parêzer û mekanîzmayên darazê yên navnetewî li ser derqanûnîbûna tecrîdê rawestin û mijarê zêdetir bînin rojeva platformên cîhanî.

Ji bo ku gelên cîhanê jî li dijî pergala tecrîdê çalakiyan bikin lazim e werin teşwîqkirin.

Delegasyona navborî ji 10 siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen, parêzer û aktîvîstên ji Îzlanda, Hindistan, Îtalya, Amerîka û Brîtanya pêk tê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv