KURDISTANÊ ÎNKAR DIKIN
DEWLATA TIRK DÎSA HEQARETÊ LI RÊVEBERIYA BAŞÛR KIR
Papa Franciscus 5’ê adarê serdana Iraqê kir.
Bi gelek aliyan re rûnişt.
Ayîneke dînî li dêreke ku DAIŞ’ê ew hilweşandibû kir.
Wî serdana Herêma Federal a Kurdistanê jî kir.
Li başûrê welêt jî ayîneke mezin bi rê ve bir.
Erê ew vegeriya Vatîkanê lê hêj serdana wî di rojevê de ye.
Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo xatirê vê serdanê wê puleke nameyan çap bike.
Li ser pulê wê wêneyê Papa û nexşeya Kurdistanê hebe.
Rayedarên dewleta Tirk ku bi vê agahiyê hesiyan dîsa dîn û har bûn.
Ew dibêjin; weyla çawa dibe di nexşeya Kurdistanê de bajarên Bakurê Kurdistanê hene.
Heta tenê bi gotin jî neman wezareta karê derve yê tirk rabû daxuyaniyeke weke nota weşand.
Tê de dibêje; di nexşeyê de tê dîtin çend bajarên me jî xuya dikin.
Piştî vê gotinê îcar heqareteke ku di teamudên dewletan de tune ne, di daxuyaniya xwe de bi cih dike:
Hin rêveberên bêhed ên rêveberiya bakurê Iraqê hewl didin xeyalên xwe yên xam ên li ser axa welatên cîranê Iraqê ne bidin der.
Wê baş were bîra wan rêveberan ku van armancên veşarî çawa bi husranê ji bo wan encam dane.
Di heman daxuyaniyê de wezareta tirk weke rêveberên başûrê welat emirberên wan bin fermanê didin wan da ku ji vê kirina xwe poşman bibin û daxuyaniyekê bidin.