ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ UNITE THE UNION TONY BURKE:
AZADIYA OCALAN DÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE
Kampanya “Ji Ocalan re Azadî” an go “Freedom for Ocalan” ku di sala 2016’an de li Brîtanyayê dest pê kir bi hemû biryardariya xwe ve didome.
Sendîkaya Unite the Union ku ya herî mezin a Britanyaye ya 1,5 milyon endamê wê hene
Û Sendîkaya GMB ku 700 hezar endamên wê hene vê kampanyayê dimeşînin.
Sendîkayan anîbûn ziman ku heta Abdullah Ocalan azad bibe wê vê kampanyayê bimeşînin.
Yekîtiya Sendikayên Karkeran jî yek ji rêxistina kedê ya herî mezin e.
Ev Sendikaya ku li bin banê sendikayên Unite the Union û GMB jî hene bi giştî nuneriya 48 Sendikayan û 5,5 milyon kedkaran dike.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Unite The Union Tony Burke, der barê kampanyayê de ji Ajansa me Mezopotamya re axivî.
Burke, bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdkirina Ocalan rexne kir û wiha got:
“Bêdengiya Ewropa rûreşî û şerm e. Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropa xwedî hêz e û dikare li dijî tecrîdê tiştekî bike.”
ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ UNITE THE UNION TONY BURKE:
OCALAN MANDELAYÊ ROJHILATA NAVÎN E DIVÊ BÊ BERDAN
Tony Burke, got tecrîd heqareta herî mezin a li dijî mirovahiyê ye û wiha axivî:
“Me ev yek di her platformdê de dubare vegot. Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e. Divê bê berdan. Lê mixabin Ewropa li dijî vê şermê tu helwestê nîşan nade.”
Burke, bibîr xist ku Partiya Karkeran li Îngîltereyê tecrîdê tîne rojevê û li axaftinê xwe wiha zêde kir:
“Ji ber ku em ji Yekîtiya Ewpora derketin, qada tevgera me teng bûye. Lê em di her platformê de bi hempîşeyên xwe yên Ewropa re vê mijarê tînin rojevê.”
Vîzyona Ocalan, huner û hêza wî ya li qada navnetewî, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Ez dibêjim ew Mandelayê Rojhilata Navîn. Ez bawer dikim ku piştî Ocalan azad bibe wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.”