Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daxuyaniyên Edhem Barzanî: Ez nikarim di bin dagirkeriya Tirk de bijîm

 

DAXUYANIYÊN EDHEM BARZANÎ
“EZ NIKARIM DI BIN DAGIRKERIYA TIRK DE BIJÎM”

Siyasetvan û endamê berê yê Desteya Rêveberiya Navendî ya PDK’ê Edhem Barzanî têkildarî helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk ji ANF’ê re axivî.

Diyar kir, ew ê li devereke ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û hikûmeta herêma Kurdistanê jê re bêdeng e nemîne.

Edhem Barzanî wiha dewam kir:

Ez ti carî ji Kurdistanê nereviyam.

Ez ê di demeke kin de bi Tevgera Gel a Şoreşgerî li welatê xwe vegerim.

Gel piştgiriyê dide van xebat û hewldanên min.

Ez baweriyê bi ti partiyê nayînim.

Ez pişta xwe dispêrim Tevgera Şoreşgerî.

Ji ber vê yekê di demeke kin de ez ê li Kurdistanê vegerim.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku Edhem Barzanî 29’ê Gulanê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk nameyek weşandibû.

Di nameya wî de ev xal cih girtibûn:

Di serî de Behdînan, cografya herêma Kurdistanê bi zexteke zêde re rû bi rû ye.

Dewleta Tirk li hin herêman heta bi kûrahiya 40 km dagir kiriye.

Heta niha bi dehan Kurd kuştine.

Xelkê herêmê ji cih û warên wan kirine.

Sermayeya Kurdan û mîrasa hevpar a mirovahiyê Kurdistana bedew bi awayekî sîstematîk û pîlankirî tê şewitandin û talankirin.

Ez bang li desthilatdarî û tevahiya aliyên pêwendîdar dikim;

Bila bi têkiliyên dualî, muzakereyan zextê li Iraq, NY û welatên ji aştî û mafên mirovan re bi hurmet bikin.

Bila bibin xwedî hewldana astengkirina binpêkirina sînor û dagirkeriyê.

Dewleta Tirk ji devereke ku dagir dike dernakeve.

Qibris û Skenderûn mînakên vê yekê ne.

Êdî wextê lêdana zingilên xeteriyê ye.

Divê em hemû bi awayekî ciddî nêzî vê rewşê bibin.

Êdî dema wê hatiye ku bi ceribandina tevahî rêbazên navnetewî em bibin xwedî helwest.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv