Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Dagirker xwezaya Kurdistanê talan dike, bêdeng nemînin!

HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk êrişî xwezaya Kurdistanê dike û destnîşan kir ku dagirker li Kurdistanê daran dibirin, li cihê ku nikarin xwe bigihînin jî daristanan dişewitînin. HPG’ê bang li her kesî kir ku li ber vê polîtîkaya talanker rabin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“30’ê Gulanê saet di navbera 21:00-01:00 de li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê helîkopter geriyan. Bi helîkopterên Skorsky dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn hatin guhertin. Di heman demê de bi helîkopterên êrişê qadên Cîlo yê Biçûk, Şamkê û Şehîd Tûfan hatin bombekirin. Hêzên me ji du baskan ve dest li van helîkopteran werdan û bi çekên giran li wan dan. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ku ji qadê vekişin.

Artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan, helîkopter û balafirên şer êriş bir ser Herêmên parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

30’ê Gulanê saet di navbera 09:14 û 09:20’î de qada Kafiya ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker 29’ê Gulanê saet di 10:00 de zeviyê gundê Hirorê yê nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, bi obusan ji qereqolên li ser sînor bombe kir. Ji ber vê bombardûmanê, agir bi zeviyên gundê Hirorê ket.

30’ê Gulanê saet di 09:30’î de qada Basya ya herêma Avaşînê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Heman qad saet di navbera 17:30 û 19:30’î de bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi derdorê ket.

30’ê Gulanê saet di navbera 21:00 û 22:00 de li qadên Mamreşo û Mervanosê yên herêma Avaşînê bi helîkopteran dagirker hatin guhertin.

30’ê Gulanê saet di 19:30’î de ji qereqolên li ser sînor bi obusan qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê agir bi zeviyên li herêmê ket û şewat hîn jî dewam dike.

30’ê Gulanê saet di 09:30’î de qada Kurojehro ya herêma Zapê ya li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê bi balafirên şer hate bombekirin.

30’ê Gulanê saet di 07:00 de qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

31’ê Gulanê serê sibehê qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye.

Dewleta Tirk a mêtinger, bi birîna darên li erdnîgariya Kurdistanê karakterê xwe yê talanker careke din nîşan da. Dewleta Tirk li qadên ku xwe digihîne, bi destê çeteyên noker darên li Kurdistanê dibire. Li cihê ku nikare xwe bigihîne jî bi obus û hawanan bombe dike û dişewitîne.

Di heman demê de bombeyan li zevî, daristan û bexçeyên gundiyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne û xisarê li wan dike. Divê Kurdistaniyên welatparêz û saziyên pêwendîdar li pêşberî vê polîtîkaya talanker a dewleta Tirk bêdeng nemîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv