BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
LI METÎNA, HEFTANÎN Û ZAPÊ ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê:
Li Metîna
28’ê Gulanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Sor ê li qada Derarê kirin hedef.
3 dagirker hatin cezakirin, çeperek tevî çeka A4 hat rûxandin.
Gerîlayan bi şev helîkopterên Girê Zendûra û bejahiya gundê Kêste bombe dikirin jî kirin hedef.
29’ê Gulanê eskerên Tirk xwestin bikevin tunelên şer ên li Girê Zendûra.
Wesaîteke zirxî ya ji dûr ve bi kumandayê tê kontrolkirin, şandin nav tunelan.
Gerîlayan ev wesaîta zirxî îmha kirin.
Li Heftanînê
29’ê Gulanê dagirkerên ji Koxê Mele Yehya berê xwe dabûn gundê Keşanê ketin kemîna gerîla.
Gerîlayên YJA-Starê li artêşa Tirk dan.
Piştî çalakiyê dagirker ji qadê vekişiyan.
Li Zapê
19’ê Gulanê dagirkerên li qada Herfa T bûn hedefa gerîlayan.
Di çalakiyê de 4 eskerên Tirk hatin cezakirin.
28’ê Gulanê dagirkeran xwestin bikevin tunelên şer ên li Cîloya Biçûk.
Gerîlayan li wan dan û 2 dagirker hatin cezakirin.
Heman rojê gerîlayan ji 3 milan ve avêtin ser van dagirkeran.
Di vê çalakiyê de 7 eskerên Tirk hatin cezakirin û çeperekî wan hat rûxandin.