LI ÇIYAYÊ CÛDÎ ŞEWAT
DARISTANÊN ÇIYAYÊ CÛDÎ DIŞEWITIN
Li qontarên Çiyayê Cûdî li herêma gundên Çaglayan û Hisar ên navçeya Cizîr a Şirnexê şewat derket.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li herêmê eskerên tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kirine.
Heman çavkanî radigihînin ku şewata li herêmê bi tevgera eskeran re hemwext derketiye û tê gotin eskeran bi xwe agir pêxistiye.
Esker nahêlin gundî biçin agir vemirînin, û jî ji bo vemirandinê ti tiştî nakin.
16’ê Gulanê jî li quntara pêşberî gundê Îkîzdere ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derketibû.
Gundiyan bi alîkariya, Midûryeta Daristanê ya Şirnexê û tîmên Îdarî ya Taybet a Bajêr û tîmên agirkujiyê ew agir vemirandibû.