PARLEMENTERÊ IRAQÊ MIHEMED KERÎM:
BÊDENGIYA HEWLÊR Û BAXDAYÊ, CESARETÊ DIDE ÊRIŞKARIYA TIRK
Parlementerê Îraqê yê Hevpeymaniya El Fetîhê Mihemed Kerîm anî ziman ku dewleta Tirk ji bo xeyala xwe ya Osmanî zindî bike, li Iraq û Sûriyê êrişan pêk tîne.
Kerîm bêdengiya Baxda û Hewlêrê jî rexne kirin û got: Ji ber vê bêdengiyê, Tirkan êrişên li herêma Kurdistanê zêde kirine.
Kerîm ji bikaranîna çekên kîmyewî yên hêzên Tirk jî, rêveberiyên Hewlêr û Baxda berpirsyar girtin û got:
“Eger Hewlêr û Baxda bêdeng nemînin, Tirkiye ne dikare êrişan bike, ne jî çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar bîne.”
JI KOMÎSYONA MAFÊ MIROVAN A IRAQÊ ELÎ EL BEYATÎ:
DIVÊ IRAQ KOMÎSYONA LÊKOLÎNKIRINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN TIRK AVA BIKE
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê Elî El-Beyatî jî êrişên hêzên Tirk ên li Başûr, wekî destdirêjiya li dijî Herêma Kurdistan û Iraqê nirxand û nerazîbûn nîşanê bêdengiya Hewlêr û Baxdayê da.
Beyatî li ser çekên kîmyewî yên hêzên TIrk bi kar tînin jî, xwest hukumeta Iraqê komîsyoneke lêkolînê ava bike.