Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 174’an de dewam dike

 

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
DI ROJA 174’AN DE KOMA 35’EMÎN ÇALAKÎ DEWR GIRT

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirina mafên mirovan ên li zindanên Tirkiyê berî 174 rojan ketin greva birçîbûnê.

Çalakiya bê dem û dorvegir vê ji aliyê koma 35’emîn ve hat dewr girtin.

Çalakgerên girtî bi riya malbatên xwe peyama xwedî derketin û mezinkirina pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” didin.

Li Amedê jî bi peşengiya rêxistina HDP’ê çalakiyek hat lidarxistin.

Polîsên dewleta Tirk destûr nedan daxuyanî were xwendin.

Li ser astengiya çalakiya rûniştinê pêk hat û welatiyan bi siloganan berxwedana li zindanan silavkrin.

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
GREVA LI MEXMÛRÊ 153 IN DIDOME

Çalakiya li Kampa Penaberan a Mexmûrê ji aliyê koma 77’an ve didome.

Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê pêk tê di roja 153’an de ye.

Ji çalakgerên tevlî grêva birçîbûnê bûne Roxweş Efrîn li ser armanca xwe ji Rojnewsê re axifî.

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
ÇALAKIYA LI LAVRÎO DI ROJA 136’EMÎN DE YE

Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî bi heman armancê di çalakiyê de ne.

Çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TJK-E dest pêkirî 136 li pey xwe hiştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv