Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê Rojhilat û Sozdar Kurtay bi bîr anîn

 

ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê ROJHILAT AGIRÎ Û SOZDAR KURTAY BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê di salvegera şehadeta wan de gerîla Rojhilat Agirî û Sozdar Kurtay bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku dema her du gerîla li herêmên parastinê yên medyayê bi erka xwe radibûn, di bomberdimanê de şehîd bûn.

HPG li ser şehîd Rojhilat van agahiyên nasnameyî dide:

Şenol Taştan bi nasnav Rojhilat Agirî li navçeya Agirî Avkevirê ji dayîk bûye.

ŞENOL TAŞTAN
ROJHILAT AGIRÎ
AVKEVIR
DÊ Û BAV: MUKADDES – NUSRET
1’Ê GULANA 2020’AN

HPG desnîşan dike ku şehîd Rojhilat bi denbêjiya xwe timî hesreta azadiyê ya xelkê herêma Serhedê dianî ziman û vê nirxandinê dike:

Ew bi sekna xwe ya di her şert û mercî de bû cihê bawerî û moralê ji bo hevrêyên xwe hemûyan.

Bi gerîlatiya xwe ya şareza bû fermandarekî Hêzên Taybet ê pêşeng di nava gerîla de.

Di daxuyaniyê de li ser şehîd Sozdar jî ev agahî tên dayîn:

Dîdem Demîr bi nasnav Sozdar Kurtay li Şirnexê ji dayîk bûye.

DÎDEM DEMÎR
SOZDAR KURTAY
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: ÇINAR – KADRÎ
1’Ê GULANA 2020’AN

Bandora birayê min ê tevlî gerîla bûbû li min kir.

Û paşê ez jî beşdarî gerîl bûm.

Piştî ez beşdar bûm, sala 2016’an min agahiya şehadeta birayê xwe bihîst.

Ji bo ez tola birayê xwe û tevahiya şehîdan hilgirim, bi jiyanê ve bêhtir hatim girêdan.

Ez ê timî li dijî bi hêrs û kîna li dijî dijmin mezin bibim.

Ez soza vê yekê didim tevahiya şehîdên Kurdistanê, Rêbertiyê û birayê xwe.

Di daxuyaniyê de ji bo Sozdar Kurtay ev nirxandin tê kirin:

Wê ti carî ji sekna xwe ya disiplîna leşkerî, tûjbûna têkoşînê û hewldana pêşxistin xwe neda paş.

Hevrê Sozdar ji malbateke welatparêz a ji bo azadiya Kurdistanê berdêl dayî bû.

Di dawiya daxuyaniyê de jî ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî tê xwestin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv