Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê

 

 

 

 

 

27’ê Mijdarê salvegera 43. a damezrandina PKK’ê ye.
PKK di kîjan û şert û mercan de hat avakirin?
Ew qadroyên pêşeng kî bûn?
Piştî 43 salan PKK’ê çi da gelê Kurd?
Em ê îro jî, bi dosyayeke nû berê xwe bidin pêvajoya damezrandina PKK’ê û piştî wê.

DAMEZIRANDINA PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ-PKK’Ê
MANÎFESTOYA ‘RÊYA ŞOREŞA KURDISTANÊ’ BÛ BERNAMEYA PKK’Ê

Gelê Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de xwedî nirxên bi wate ye.

Lê belê, ji aliyê hêzên mêtingeh ve ev dîroka gelê Kurd hate dagirkirin.

Tişta herî bi êş û nayê qebûlkirin jî, çarenûsa li ser gelê Kurd ferzkirî bû.

Vê ferzkirinê demeke pir dirêj dewam kir û tevahî nirxên Kurdan ên neteweyî hatin perçiqandin.

Ev yek gihîşt asteke wisa ku tevahiya Kurdan ji xwe şerm bikin û ji Kurdbûna xwe birevin.

Rêber APO hevriyên xwe di 1’ê Gûlana sala 1973’an de li bendava Çubuk a Enqereyê cîvîn çêkirin û biryara komê dan.

Ev koma ku hat damezrandin mîna Apoyiyan an jî talebeyan dihat naskirin.

Vê komê di sala 1977’an de li Dîkmen û Tuzluçayirê 2 cîvînên din jî lidar xistin û biryara vegera welêt dan.

Di 1977’an de li Hîlwan û Siweregê li dijî Axa û hevkarên dewletê dest bi çalakiyên çekdarî kirin.

Di têkoşîna Hîlwan û Siweregê de, gelek kadroyên wê yên mîna Cuma Tak, Salih Kendal, Xelîl Çavgûn û Mehmet Sevgat şehîd bûn.

Bi van çalakiyan nav û dengê Apoiyan li Kurdistanê belav bû.

18’ê Gulana 1977’an de yek ji damezrênerên vê koma Apoyî, şoreşger Hakî Karer li Dîlokê di encama êrişeke bêbext de şehîd bû.

Rêber APO ji bo bîranîna Hakî Karer biryareke dîrokî da.

Partiya Karkerên Kurdistan ango PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê girêdayî Licêya Amedê bi beşdarbûna 22 kesan kongreya xwe lidarxistin û damezrandina Partiyê îlan kirin.

Civîn li mala Seyfettîn Zogûrlû pêk hat û ji aliyê Mehmet Hayrî Dûrmûş ve hat birêvebirin.

Ji bo komîteya navendî 7 kes hatin hilbijartin.

MAZLUM DOGAN RENKLI
Mehmet-Karasungur
mehmet-hayri-durmus

Abdullah Ocalan, Cemîl Bayik, Mehmet Karasungur, Mazlum Dogan û Mehmed Xeyrî Durmuş jî di nava komîteyê de cîhê xwe girtin.

Ferhat-Kurtay

Navê PKK’ê ji aliyê Ferhad Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin.

Di van rojan de jî, li Tirkiyê têkoşîna şoreşgerî her ku diçû berfireh û mezin dibû.

Berê ku darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê pêk bê PKK biryara derketina ji welêt da û li Libnanê li newala Bekayê bi cîh bû.

Li vir di kampeke leşkerî û siyasî de kadroyên xwe perwerde dikirin.

PKK di kongreya xwe ya 2’emîn ya sala 1982’an de biryara vegera welêt û şerê çekdarî da.

Di 15’ê tebaxa sala 1984’an de bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê, PKKê dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Rêber APO rastiya gelê Kurd a civaka xwezayî di kesayeta xwe de zindî kir û tovên zindîbûnê li ser xaka mezapotamyayê çand.

Ji nû ve xwebûn, ji nû ve kesayet, ji nû ve mêjî ji nû ve vîn û giyan çandin.

Bêgûman ev yek tê wateya, xwe ji tinebûnê rizgarkirin û derketina ser dikê ya dîrokê ye.

Gelê Kurd êdî gihîştiye asteke ku careke din nayê şikandin.

Ji ber vê sedemê, di dîroka gelê Kurd de 27’ê mijdarê weke roja ji nû ve vegera mirovbûna xwe û jiyana xwe ya bi rûmet e.

Roja 27’ê Mijdarê roja vejîna gelê Kurd e…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv