Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik

 

Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF ev sê roj in, hevpeyvîna li bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik re par ve dike.
Di vê vê beşê de Cemil Bayik qala şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê dike.
Cemil Bayik dibêje, serketina gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk, bi xwe re encamên girîng anîn.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
RÊBER APO BI GUHERÎN Û VEGIHERÎNÊ HEWL DA PKK’Ê LI DIJÎ KOMPLOYÊ BI HÊZ BIKE

Bi minasebeta salvegera 43’yan a damezradina PKK’ê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ANF’ê re axivî.

Di vê beşê hevpeyvînê de Cemîl Bayik li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxandin kirin.

Cemîl Bayik destpêkê îşaret bi paradîgmaya Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê kir:

Rêber Apo hesab kiribû ku li dijî PKK’ê komployeke navnetewî hatiye danîn.

Dît ku bi zîhniyet, avaniya rêxistinî û feraseta heyî êrişeke bi vî rengî nikare bê pêşwazîkirin.

Bi guhertina li nava PKK’ê re xwest rêxistinê nû bike û komployê pûç bike.

Lê du faktorên bingehîn nehişt ku ev guhertin di dema xwe de bê kirin.

Ya yekemîn kadro û rêveberiya partiyê diyalektîk û cewhera vê guhertinê bi kûrahî tênegihiştin.

Faktorê duyemîn jî tasfiyekariya li nava partiyê bû.

Li cihê ku tasfiyekarî hebe, pêkanîna guhertinên bingehîn timî bi rîsk e.

Ji ber ku dikarin guhertinê xumamî bikin; dikarin bikin zemîn ji tasfiyekariyê re.

Cemîl Bayik desnîşan kir ku piştî komploya navneteweyî pêk hat, Rêber Apo guherîn mecbûrî dît.

Rêber Apo û şoreşa Kurdistanê kir ku paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê bê avakirin.

Li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk û feraseta neteweya demokratîk hatin afirandin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
PKK LI HER DERÊ KURD Û KURDISTANÊ DIPARÊZE

Cemîl Bayik destnîşan kir di nava Kurdan de partî û tevgera herî xurt û bi bandor PKK ye û Rêberê herî bi bandor jî Rêber Apo ye.

Li tevahiya cîhanê gelê ku herî zêde di nava têkoşînê de polîtîze bûye gelê Kurd e.

Lewma gelê Kurd baş zane ku kî xwedî li Kurd û Kurdistanê derdikeve.

PKK bi fikir, polîtîka û çalakiya xwe, Kurd û Kurdistanê li her derê diparêze.

Dema ku DAIŞ’ê êriş kir, ya ku deriyê Hewlêrê parast, çû Kerkûkê, li Şengalê pêşî li DAIŞ’ê girt, nehişt ku qirkirin pêk were; gelo ne PKK bû?

Dema ku DAIŞ’ê hewl da Kobanê bixîne û tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi dest bixe, ya ku ji bo parastinê bi hezaran fedayiyên xwe şehîd dan, kî bû?

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
SERKEFTINA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BI XWE RE ENCAMÊN GIRÎNG ANÎN

Cemîl Bayik destnîşan kir gerîlayên azadiya Kurdistanê artêşa tirk sekinand:

Artêşa Tirk bi salan weke hêzeke ku li ber nikare bê rawestîn dihate nîşandan.

Hêzeke welê bû ku li Rojava hin qad dagir kirin.

Bi destwerdana leşkerî ya li Lîbyayê hevsengî guherand, kir ku Azerbaycan Qerebaxê bi dest bixe.

Ji ber vê yekê Tirkiye ketibû rewşeke welê ku li Rojhilata Navîn tişta dixwaze bi her kesî dide kirin.

Artêşeke bi vî rengî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate rawestandin.

Wezîfe êdî ya berxwedêrên li her derê ye.

Wezîfe ya gelê me ye. Wezîfe ya jin û ciwanên Kurdan e.

Ew ê jî bi ruh û moralê vê berxwedanê li ber xwe bidin, faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û armancên van berxwedêran û şehîdên vê berxwedanê bi cih bînin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv