Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan mêvanê bernameya taybet a televîzyona me bû.
Bername ji du beşan pêk tê.
Beşa pêşî ya vê bernameyê doh hat weşandin…Beşa duyemîn jî wê roja înê were weşandin.
Di beşa pêşî de Mûrat Karayilan qala salvegera damezrandina PKK, tecrîdkirina rêber APO û siyaseta şer a AKP-MHP’ê kir.
Mûrat Karayilan bi van gotinan qala têkoşîna PKK’ê kir.
PKK’ê ew gora “Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye” ya li Agirî parçe kir û bi hêzeke mezin jê rabû.
43. SALVEGERA DAMEZIRANDINA PKK’Ê
MÛRAT KARAYILAN: PKK’Ê BI PARÇEKIRINA GORA “KURDISTANA XEYALÎ LI VIR MIRÎ YE” RABÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan mêvanê bernameya taybet a Stêrk Tv bû.
Mûrat Karayilan avakirin û damezrandina PKK’ê bi kurt û kurmancî wiha ravekir:
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, ku li 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê Licê biryara hebûnê û berxwedana neteweyî hatiye dayîn.
Mûrat Karayilan got, PKK li dijî her cûre êrişên qirkirinê hatiye avakirin.
TECRÎDKIRINA RÊBER APO
MÛRAT KARAYILAN: ARMANCA ÎMRALIYÊ TINEKIRINA RÊBER APO BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser pirsa têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo jî wiha got:
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku hêzên komploger dixwazin bi vê yekê tola xwe hilînin.
BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
KARAYILAN: TECRUBEYA 43 SALAN Û RIHÊ FEDAYÎ ÊRIŞÊN DIJMIN TÊK BIRIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ji 23’yê Nîsanê ve dibêje;
Pîlan ew bû, ku deverên gerîla hemûyan dagir bikin û ala xwe li Qendîlê û Garê deynin.