Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê biryara serbest berdana Selahedîn Demirtaş da

 

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) duh biryara berdana hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da.

DMME’yê saziyeke girêdayî Konseya ewrûpayê ye. Tirkiye jî weke endamê konseyê hemû şert û peymanên wê qebûl kirine.

Yanî ji aliyê huquqê ve mecbûr e Demirtaş berde. Gelo eger bernede wê çibe?

Konseya Ewrûpa dikare cezayên nû li Tirkiyê bibire yan jî ji endametiyê bavêje.

BIRYARA DAÎREYA MEZIN A DADGEHA MAFÊ MIROVAN A EWRÛPAYÊ: “DIVÊ SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ BI LEZ WERE BERDAN”

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve hatiye girtin û li zindana Edîrneyê tê ragirtin.

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, têkildarî girtina Selahattîn Demîrtaş biryareke nû da û xwest bilez were berdan.

Parêzer Mahsûnî Karaman, li ser hesabê xwe yê twîtterê de agahî da û got;

”Derheqê Birêz Selahattîn Demîrtaş de, dadgehê biryareke giran û dîrokî da ku bilez were berdan.

Bi vê biryarê hemû sûcdariyên li ser miwekîlê me pûç bûne. Hatiye pejirandin ku miwekîlê me bi sedemên siyasî ev 4 sal in rehîn hatiye girtin.”

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, 20’ê Mijdara 2018’an jî bi biryarekê xwestibû ku Selahattîn Demîrtaş were berdan.

Lê piştî vê biryarê 4’ê Kanûna 2018’an dewleta Tirk, bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” kiriya cezayekî nû li Hevserokê HDP’ê Demîrtaş birî.

Û bi vî awayî jî biryara dadgeha mafê mirovan a ewrupayê bêhikum hatibû hiştin.

HEVSEROKÊN HDP’Ê: DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN

Li ser vê biryara dadgeha mafê mirovan a ewrupayê, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev biryar ji bo siyasetmedarên me yên din jî derbasdar e.

Hevserokan di daxuyaniya xwe de diyar kirin; tu hincetek siyasî ya desthilatê nemaye ku bide pêş û ji vê biryarê bireve.

Li gorî rastiya vê biryarê; bê şert û merc divê Demirtaş û girtiyên siyasî hemû tavilê werin berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv