Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Cerdewanên Dewleta Tirk Pezkoviyên herêma Botanê qir dikin

 

Ji gundê Bilika, heta Avyan, Zozanên Kêla Memê, Sineht ku digihe sînorên başûrê Kurdistanê, nêçîr tê kirin.

Ev jî bi destê cerdevanên dewleta Tirk yên li Sêrgirkê tê kirin.

Ji ber vê polîtikaya şer û qirkirina xwezayê, tenê mehekê 500 pezkovî hatin kuştin.

Ne tenê ew, dewleta Tirk û cerdevanan qira kewên gozel jî aniye.

Dewleta Tirk çav berdaye xwezaya Kurdistanê û bi êrişên xwe qir dike.

Xwezaya Bota ya ji bo ajalan war û stargeh bû, niha tê talan kirin.

Bi dehan dar û daristanên beriya bi salan hebû, niha ji ber êrişên dewleta Tirk qir bûye.

Li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê leşkeran çar mehan agir berdan daristanan û şewitandin.

Bi taybet Cerdevanên Sêgirkê pêşengiyê ji vê re dikin.

Leşker û cerdevanên dewleta Tirk di bin navê çavdêrî û lêgerînê de nêçirtiyê dikin, sewalan qir dikin.

Xwezaya Botanê ku bi kewên xwe dihat naskirin, kew nemane.

Di mehekê de zêdeyî 500 pezkovî hatine kuştin.

Ajansa Jinê Jinewsê berê xwe da herêma Botanê û nerînên welatiyên wê derê girt.

Zeyneb Unat a ji Sêgirkê ye û di heman demê de hevseroka HDP’ê ya berê ya Şirnexê ye ji Jinnewsê re axivî.

Zeyneb Unat diyar kir, ne tenê pezkovî û kewên gozel, her çendî di hinek serdeman de qedexe ye, masî tên girtin.

Welatiya Sêgirkê Zeyneb Unat ji xelkê Botanê xwest, xwedî li dewlemendiyên xwezayê derkevin, nehêlin, kew û pezkovî werin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv