Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve hatiye girtin û li zindana Edîrneyê tê ragirtin.
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, têkildarî girtina Selahattîn Demîrtaş biryareke nû da û xwest bilez were berdan.
Parêzer Mahsûnî Karaman, li ser hesabê xwe yê twîtterê de agahî da û got;
”Derheqê Birêz Selahattîn Demîrtaş de, dadgehê biryareke giran û dîrokî da ku bilez were berdan.
Bi vê biryarê hemû sûcdariyên li ser miwekîlê me pûç bûne. Hatiye pejirandin ku miwekîlê me bi sedemên siyasî ev 4 sal in rehîn hatiye girtin.”
Cîgira seroka Koma sosyilaist û Demokrat a Parelemana Ewrupya Katî Pîrî bi riya skyê tevlî bultena Cîhanê bû û bersiva pirsên Bêrîvan Ayaz da. Katî Pîrî destnişan kir ku ev biryar wê bandorê li ser rewşa hemû şaredarên din bike û got: “Biryara ku dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê ji bo berdana hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demirtaş de daye, biryarek girîng. Biryara dadgeha Ewropayê derbarê Demirtaş de, dikare ji bo şaredarên din jî pêk bê. Dikare bibe weke biryarek mînak ji bo hemû şaredarên HDP ên girtî”