SALVEGERA ŞEHADETA CENGÎZ ALTÛN
CENGÎZ ALTÛN YEKEMÎN ŞEHÎDÊ ÇAPEMENIYA AZAD BÛ
Cengîz Altûn nûçegehanê rojnameya Yenî Ulke bû.
Di demên herî tarî û xetereyên hîzbul-kontra de, li Batmanê nûçegehaniya çapemeniya azad dikir.
Hîzbul-kontra di 24’ê sibata 1992’an de li Batmanê hate qetilkirin.
Tevî ku çeka ew pê hat kuştin li ser Îsmaîl Emsen hat girtin, lê nehat cezakirin û dewleta Tirk kujerîn wî parastin û diparêze.
Cengîz Altûn yekemîn şehîdê çapemeniya azad bû.
Piştî Cengîz Altûn bi dehan rojnamevanên çapemeniya azad hatin şehîdkirin.
Diya Cengîz Altûn Turkan Altûn ji ber salvegera şehadeta wî axivî û bal kişand ser bawerî û biryardariya wî.
Dayika Turkan Altûn anî ziman ku Cengîz tim li pey doza xwe bû p ew bi tiştên li ber wî mane, hewl dide êşa xwe kêm bike.