PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYAN 3 MEH LI PEY XWE HIŞTIN
Koma Civakên Kurdistanê û Komalên Jinên Kurdistanê di Îlona 2020’an de Pêngava Dem Dema Azadiyê ragihandin.
Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt, weke hedefa sereke ya vê pêngavê azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat destnîşankirin.
Li dehan zîndanên dewleta Tirk jî girtiyên azadiyê ji bo beşdariya li Pêngavê ketin nava tevgerê.
Girtiyan 25’ê Mijdara 2020’an bi daxuyaniyekê ragihandin, ku ew ê jî beşdarî pêngavê bibin.
Weke gava pêşî ya beşdariya xwe jî destpêkirina greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem ragihandin.
Çalakiya girtiyên azadiyê ji 27’ê Mijdara 2020’an ve didome û koma 18’an girtiye ser xwe.
Vê çalakiyê 90 roj an go 3 meh li pey xwe hiştin.
Bi rêya malbat û parêzerên xwe tevî zext û êrişan hemûyan jî girtiyên azadiyê ragihandin, ku ew li pey daxwazên xwe ne û hedefa wan azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.
Her wiha ji bo piştgiriya bi berxwedana girtiyan re gelek çalakî jî hatin lidarxistin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI BO BALKIŞANDINA SER BERXWEDANA GIRTIYAN LI AMEDÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Yek ji van çalakiyan jî li Amedê pêk hat.
Tevî ku polîsên rêjîma faşîst dor li Parka Koşuyolu girtibûn, bi pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk çalakiya rûniştinê pêk hat.
Endamên HDP, DBP, TJA û parlementer jî beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakiya rûniştinê ji bo balkişandina ser berxwedana girtiyên azadiyê nîv saetê dewam kir.