Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi dehan kesayetên Başûrê Kurdistanê ji lîderên cîhanê re name şandin: ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin’ 24.02.2021

 

“PKK’Ê JI ‘LÎSTEYA TERORÊ’ DERXIN”
BI DEHAN KESATEYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI LÎDERÊN CÎHANÊ RE NAME ŞANDIN

Bi dehan akademîsyen, siyasetvan û hîndekarên zanîngehan li Başûrê Kurdistanê xwestin PKK’ê ji lîsteya terorê were derxistin.

79 kesayetan bi vê armancê nameyek ji serokwezîr, sazî û dezgehên welatên cîhanê re name re şandin.

Di nameyê de tê gotin, bicihkirina PKK’ê di lîsteyê de tenê rê li ber rewakirina zext û êrişên dewleta Tirk vedike..

Kesayetên li Başûrê Kurdistanê bi bîr dixin ku PKK’ê ti carî li dijî Amerîka û hêzên cîhanê ti êriş pêk neanîne û wiha dewam dikin:

Amerîka sala 1997’an tenê ji bersivê bide daxwazên dewleta Tirk, PKK’ê li lîsteya reş bi cih kir.

Weke tê zanîn îro dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan sponsoriya komên weke DAIŞ û Cebeht El Nûsra dike.

Li Sûrî Kurdan şerê DAIŞ’ê kir, dewleta Tirk jî êrişî wan dike.

PKK’ê ji bo mafên rewa ên gelê Kurd têdikoşe.

Tevî ku heta niha gelek caran PKK’ê niyeta xwe a baş diyar kiriye jî lê hemû bangên wê yên aştiyane hatin paşguhkirin.

Israra bicihkirina PKK’ê di lîsteya terorê de tenê rê li ber şer vedike.

Divê hemû welat biryara dadgeha Belçîka a Çileyê sala 2020’an weke mînak bibînin.

Ji bo şerê li dijî Kurdan bidawî bibe, lazime Abdullah Ocalan were azadkirin û PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv