PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ JI ALIYÊ KOMEKE NÛ VE HAT DEWRGIRTIN
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûr 18’ê Kanûna 2020’an dest pê kir.
Çalakî di roja xwe ya 43’an de ji aliyê koma 22’yemîn ve hate dewrgirtin.
Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên doza azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê ji koma 21’an Hisên Guzereşî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo silav kir.
Hisên Guzereşî beriya ku çalakî dewrî koma nû bike destnîşan kir ku ew, şêniyên wargeha penaberan
heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftina Hisên Guzereşî, koma 22’yan çalakiya greva birçîbûnê dewir girt.
Merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû.