“MEŞA YEKÎTIYA NETEWEYΔ
POLÎSAN ÊRIŞÎ GEL KIR LÊ BERXWEDANA GEL BI SER KET
Hevserok û nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP’ê ji 25’ê Çileyê ve li Batmanê bû.
Heyet destpêkê çû navçeya û ji bo Yekitiya Netewî xebat meşandin.
Paşê derbasî navenda Batmanê bû.
Li gorî hatibû plan kirin wê li navendê meşek bihate li darxistin û dure li dijî tecrîd û dagirkeriyê daxuyanî bihate dayîn.
Lê dewleta Tirk beriya vê meşê kete nava tevgerê û hewl da meşê asten bike.
Batmaniyan ne faşîzm û nejî qedexe naskirin.
Bi hezaran kes daketin qadan û bi dirûşma ‘Dema pêkanîna yekîtiya neteweyî û azadiyê ye’ ji sê milan ve meşiyan.
Û silonanan ‘Bimre xiyanet, Bijî berxedana zindanan, PKK gel e, gel li vir e û Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Polîsîn hikûmeta tirk bi fermana ku ji qesrê girtibûn êrişî gel kir.
Tevî êrişên polîsan jî xelkê Batmanê bi nûnerên xwe re bi biryardarî meşa xwe domandin.
Ji ber ku polîsan nikarîbû li pêşiya berxwedana gel bibe asteng bi bi ava şik û gaza îsotê êriş kir.
Di êrişa polîsan de gelek kes hatin debkirin û binçavkirin.
Lê Batmaniyan yek gav jî paş de gav neavêt û heta avahiya HDP’ê meşiyan.