Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zîndanan bi biryardarî dewam dike 29.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE

Girtiyên azadiyê ji 27’ê mijdarê ve ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.

Li tevahiya zîndanên dewleta tirk bi hezaran girtî ev 64 roj e di greva birçîbûnê de ne.

Çalakî ji aliyê koma 13’an ve hatiye dewrgirtin û bi biryardariya roja ewilî ev çalakî dewam dike.

Çalakger bi rêya malbatên xwe diyar dikin ew heta bigihîjin mexseda xwe wê çalakiya xwe bidomînin.

Ew ji sazî û dezgehên demokratîk, ji raya giştî û ji gelê kurd hemûyî dixwazin ku li dora berxwedanê têkoşînê bilind bikin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MALBATÊN BERXWEDÊRAN: EM JÎ HEMAN DAXWAZÊ DIKIN

Malbatên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bi rêya çapemeniya azad peyamên piştevaniyê didin.

Dayika Mehmet û Îbrahîm Bînîcî, Emîne Bînîcî ji xeynî kurên wê 4 xizmên wê jî di zîndanên dewleta tirk de ne.

Dayika Emîne dibêje: em heta dawiyê bi têkoşîna ewladên xwe re ne.

Abdullah Çelepkolu li zindana Bandirmayê li Balikesîrê girtî ye û di çalakiya greva birçîbûnê de ye.

Dayika Abdullah Çelepkolu, Tûlîn Çelepkolû diyar dike ku ev 8 sal in nikare biçe serdana kurê xwe.

Bavê Servet Aşîkan ê girtî Magrûf Aşîkar jî dibêje; daxwaza zarokên wan daxwaza wan e jî û îşaret bi wê yekê dike ku tecrîda li Îmraliyê îro roj di hemû qadên jiyanê de jî tên hîskirin.

Magruf Aşîkar ji bo şikandina pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê wiha bang li sazî û dezgehan û raya giştî dike:

Divê hemû kesên baweriya xwe bi mafê mirovan, demokrasî û hiqûqê tînin, xwedî daxwazên girtiyan derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv