“DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
BI HEZARAN KES LI DIJÎ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ LI STRASBOÛRGÊ MEŞIYAN
Weke her sal, îsal jî di salvegera komploya 15’ê Sibatê de ev deng ji nava kolanên Strasboûrgê bilind bû.
Meş bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa TJK-E ve hate organîzekirin.
Beşdarên her du baskên meşa dirêj, bi hezaran Kurd û dostên xwe yên ji Fransa û welatên cûda serê sibê li ber Gara navendî ya bajêr kom bûn.
Û ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin.
Ev meşa mezin a li navenda Strasboûrgê bi qasî 2 saetan dewam kir.
Piştî meşa dirêj mitîngek hat lidarxistin.
Mitîng ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzgirtinê destpêkir.
Pêşî Hevserokên KCDK-Ewrûpayê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur xîtabî girseyê kirin.
Paşê li ser navê enternasyo-nalîstên meşa dirêj peyamek hat xwendin.
Mitîng bi axaftina beşdar û nûnerên cûda heta derengiya rojê dewam kir.
Di axaftinan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.
Bang li Konseya Ewrûpayê hat kirin ku, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û pergala tecrîda li Îmraliyê bi erka xwe rabe.