Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: ‘Divê ciwanên Kurd li kolan û qadan bersiv dibin tecrîda li Îmraliyê’

 

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT JI ‘NÛÇE CIWAN’ RE AXIVÎ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji Nûçeciwan re axivî.

Besê Hozat destpêkê di şexsê Viyan Soran de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku gelê Kurd ev komploya li dijî Rêber Apo rasterast li dijî hebûn û azadiya xwe nirxand.

Li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bi milyonan kes ji bo protestokirina komployê rabûn ser piyan.

63 kesan bi şiyara “hûn nikarin roja me tarî bikin” xwe şewitandin.

Gelek hevrêyên me xwe kirin bombe û bi dijmin de teqandin.

Ji 7 heta 70 salî gelê Kurd li dijî dijmin bi awayekî xwebexşane rabû.

Li hemberî vê hêrsa mezin a gelê dewleta Tirk hejiya.

Hêzên navneteweyî yên di komployê de cih girtin, neçar man li xwe mikur bên, ku şok bûne.

Daxuyaniya Wezîra Karên Derve ya DYA Madeleine Albright a “me nerazîbûneke ew çendî hêvî nedikir” mikurhatina têkçûnê ya komplogeran bû.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
DIVÊ CIWANÊN KURD LI KOLAN Û QADAN BERSIV BIDIN TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku bi komployê xwestin bi her awayî qira gelê Kurd bînin û wiha got:

Têkoşîna li dijî komployê ji her alî ve hêz da gelê Kurd.

Paradîgmaya netewa demokratîk a Rêber Apo hişmendiyeke nû ya dîrok, civak û naskirina dijmin danî pêşiya gelê Kurd.

Paradîgmaya civaka azadîxwaz a jinê ya demokratîk û ekolojîk li Kurdistanê di nava Kurdan de şoreşeke nû ya hişmendî û zihniyetê afirand

Besê Hozat li ser rola ciwanan a di têkoşîna li dijî komployê de jî wiha axivî:

Tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji êrişên qirkirinê ye.

Navenda êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan Îmralî ye.

Li ser Rêber Apo zexteke mezin heye.

Divê jin û ciwanên Kurd li dijî van êrişan bi awayekî xurt têbikoşin.

Divê ev têkoşîn li kolan û qadan xuya bike.

Qadên têkoşînê yên ciwanan kolan û qad in.

Divê ciwanên Kurd destûrê nedin, ku faşîzm bi rehetî bêhnê bide û bistîne.

Divê tevahiya saziyên faşîzmê hedefa ciwanan bin.

Heke faşîst carekê lê bixin, divê ciwan deh caran li wan bixin.

Ew destên qirêj ên dirêjî gelê Kurd dibin, divê hema di wê kêliyê de bên şikandin.

Tevahiya ciwanên Kurd divê xwe weke hêzên xweparastinê yên gel bibînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv