Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona PAJK’ê: ‘Sala 2022 em ê bikin sala azadiya Rêber Apo’

 

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
“SALA 2022 EM Ê BIKIN SALA AZADIYA RÊBER APO”

Koordînasyona PAJK’ê bi munasebeta salvegera 23’yan a Komploya Navneteweyî daxuyaniyeke niviskî da.

PAJK’ê di daxuyaniyê de komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û da zanîn ku ew e sala 2022’an teqez bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û pîlanên nûkirina komployê pûç bikin.

”Em salvegera 23’yan a komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Apo pek hatî bi hêrseke mezin şermezar dikin.

Di şexsê M. Halît Oral û Aynûr Artan de em hemû şehîdên bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêber Apo bi tekoşîn û berxwedana mezin bû heqîqeta mirovê azad û dîroka hebûna Kurdbûnê ji nû ve vejand.

Hêzên kapîtalîst, hegemonîk ên Rojavayî û dewletên paşverû bi komployê bersiv dan vê heqîqeta mezin.

Bi dîlgirtina Rêberê me, armanc dîlgirtina doza gelekî û tinekirina tekoşîna azadiyê ya jinê bû.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya li îmraliyê jî.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
“KOMPLO ÎTÎRAFA LI DIJÎ NASNAMEYA MIROVÊ AZAD E”

23 sal in Rêber Apo li êşkencexaneya Îmraliyê, bi tecrîd û êşkenceyekî giran re rû bi rû ye.

Di nav van şertan de, şerê herî mezin ê serdemê li hemberî komplogeran dide meşandin.

Komplo û plangeriyên li hemberî Rêber Apo, îtirafa tirsa ji nasnameya jina berxwedêr û mirovê azad e.

Di ser asta cîhanê de êdî fikir û paradîgmeya Rêberê me bi eleqeyeke mezin tê lêkolînkirin, xwendin û nîqaşkirin.

Daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, êdî ne tenê daxweza gelê Kurd daxwaza ya hemû mirovahiya azad e.

Koordînasyona PAJK’ê îşaret bi azadiya Rêber Apo kir û banga mezinkirina têkoşînê kir.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
”EM SALA 2022’AN BIKIN SALA AZADIYA RÊBE APO”

Di sala 2022’yan de wê di navenda tekoşîna me de hedefa sereke azadiya Rêber Apo be.

Bi Azadiya Rêber Apo re mezinkirin û xurtkirina têkoşîna azadiya jinê wê armanca me ya sereke be.

Li ser vê bîr û baweriyê di serî de jin, divê welatpêrêz û tevahî dostên me divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv