“RÊBER APO DIBÊJE”
BI HEZARAN KES GOTINÊN OCALAN ÊN BI BANDOR BI BÎR XISTIN
Kampanya ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin û bi rêbazên cûda tê meşandin..
Ji çalakî û xwepêşandanan bigrin, heta nobedên azadî û daxuyaniyan..
Li Kurdistan û cîhanê mirov daxwaza azadiya Ocalan dikin..
Heta niha bi sedan akademîsyen, zanyar, nivîskar û siyasetvanên biyanî jî beşdarî kampanyayê bûne..
Doh vê armancê li ser tevna civakî kampanya haştagê ya binavê “Rêber Apo dibêje” hat lidarxistin..
Kampanya li ser asta Tirkiyê hat birêvebirin û di nava demeke kurt de cihê xwe di nava rêzên pêş ên lîsteya rojevan de girt..
Bi hezaran kesên beşdar bûn bi wêne û gotinên dîrokî yên Rêber Apo, daxwaza azadiya wî kirin..