Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Bi komployê xwestin rê li ber azadiya gelê Kurd û demokrasiyê bigirin 09.02.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BI KOMPLOYÊ XWESTIN RÊ LI BER AZADIYA GELÊ KURD Û DEMOKRASIYÊ BIGIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Bi mebesta salvegera 22’yan a Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, Dûran Kalkan nirxandinên girîng kir.

Dûran Kalkan, 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd wekî roja reş destnîşan kir û têkildarî komployê ev nirxandin kir.

Di rewşekê de ku Rêber Apo rêya çareseriyê ji sîstema desthilatdar re pêşniyaz dikir, Komplo pêk hat.

Ya rast ev êrişeke li dijî çareseriyê bû.

Êriş, ji aliyê zihniyet û siyaseteke ku dixwest Kurdistanê parçe bike, gelê Kurd tune bike û sîstema xwe berdewam bike ve pêk hat.

Nedixwestin Kurd azad bibin û li Rojhilata Navîn û Tirkiyê jî demokrasî pêk were.

Dûran Kalkan, di nirxandinên xwe de bal kişand ser hêzên ku di komployê de cih girtine.

Dikarin lêkolîneke bikin.

Di nava vî 22 salî de, li Kurdistanê, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê; kî çiqas dahateke madî bidest xist?

Çi peymanên berjewendiyan hatin çêkirin, çiqas çek hatin firotin?

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DI KOMPLOYÊ DE ROL Û BERPIRSIYARIYA PDK Û YNK JÎ HEYE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, destnîşan kir ku Amerîkayê biryara komployê da û bal kişand ser berpirsiyariya PDK’ê û YNK’ê û hêzên herêmî.

Piraniya herêma Erebî di bin tohmetê de ye.

Bi taybetî webalê Sûriye û Misrê di komployê de giran e.

Di serîda PDK û YNK, em dikarin vê yekê ji bo siyaseta Kurd jî bibêjin.

Di vê komployê de rol lîstin û berpirsiyariya wan heye.

Dûran Kalkan, bersiv da hêzên ku tevî tecrîdê jî dibêjin “em demokrasiyê diparêzin”.

Heya ku tecrîd dewam bike jiyaneke demokratîk ne pêkan e.

Heya ku sîstema tecrîd û êşkenceyê li Îmraliyê dewam bike, tu kes nikare qala, azadî demokrasî, hiqûq û mafê mirovan bike.

Divê ev baş bê zanîn ku di rewşeke wiha de tu kes nikare vê yekê îddia bike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
HERKES DIBÊJE; ‘DIVÊ RÊBER APO BI AXIVE, EW MÊJÎ BIFIKIRE’

Dûran Kalkan rola saziyên navnetewî ya di komployê de jî destnîşan kir û diyar kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê jî xwedî li yasayên ku ew bixwe amade kirine derneketiye.

Hêzên demokratîk, şoreşger û sendîkayên navnetewî îro li Rêber Apo xwedî derdikevin.

Dibêjin; keda Rêber Apo li ser me heye.

Pêdiviya me bi wê zanista wî heye.

Divê ew mêjî bifikire û ew ziman biaxive.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DI SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYÊ DE EM TOPYEKÛN DI BERXWEDANÊ DE NE

Têkildarî pêngava “dem dema azadiyê ye” jî Dûran Kalkan axivî û diyar kir ku bi awayekî topyekûn di berxwedanê de ne.

Em bi êrişeke topyekûn a qirkirina faşîst re rû bi rû ne.

Pêngav bi her çêwazên çalakiyan li hemberî vê faşîzmê berdewam dike.

Her kes li gora hêza xwe li hemberî faşîzma AKP/MHP’ê li ber xwe dide.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BERXWEDANA XWENDEKARAN DERXIST HOLÊ KU FAŞÎZM LI BER RÛXÎNÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bi vê mijarê ve girêdayî berxwedana xwendekarên zanînehan jî nirxand û got;

Li kêleka têkoşîna tevgera azadiyê, hêzên hevpar ên şoreşger jî berxwedanê mezin dikin.

Berxwedana xwendekarên Bogazîçî, derxist holê ku êdî dawiya faşîzma AKP/MHP’ê hatiye û li ber rûxînê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv