Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Komploger xusirî ne 09.02.2021

 

KOMPLOGER XISIRÎ NE
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Piştî çend rojan komploya navnetewî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd dikeve sala 23’an. Ev 22 sal in ku Rêber Apo di şertên herî giran yên hucreya yek kesî de dîl tê ragirtin. Ev pergal bi xwe delîl e, bê ka komploger dijminên Kurdan yên çawa ne. Jixwe li Îmraliyê ti qanûn, hiqûq û rêzikname pêk nayê. Çawa ku Destûra Bingehîn ya heyî, Destûreke Bingehîn a yek bend e ku armanca wê qirkirina Kurda ye, li Îmraliyê li dijî Rêber Apo jî pêkanînek wisa ya taybet heye.

Rêber Apo gotiye ku rewşa wî yekser bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji vî alî de azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ye û ketiye nava hev. Bêyî xwedîderketina li RêberApo azadiya gelê Kurd; bêyî pêşxistina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî azadiya Rêber Apo pêk nayê. Yên ku vê heqîqetê nabînin, nikarin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî fêm bikin.

Rêber Apo ne girtiyekî ji rêzê ye. Rêberê gelekî ye. Niha ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rêberê azadî û demokrasiyê ye. Bi analîzên îdeolojîk, teorîk yê daniye holê, li dijî modernîteya kapîtalîst alternatîfa modernîteya demokratîk afirandiye. Bi vî awayî di serî de jin, ciwan û kedkar, bûye rêberê azadiyê yê hemû gelan. Ji vî alî ve meseleya azadiya Rêber Apo ne meseleyeke mafê mirovan e. Bêguman li Îmraliyê mafê mirovan û mafên girtiyan bi rengê herî giran tê pinpêkirin. Lê bêyî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ti wateya daxwaza sererastkirina van mijaran jî tineye. Hetta ev dê Rêber Apo bixe rewşa girtiyekî ji rêzê. Rêber Apo xwe ti carî xwe nexist rewşa girtiyekî ji rêzê. Ne gotiye filan û bêvan mafê min. Wekî rêberê gelan, kedkaran, jinan û ciwanan tevgeriyaye. Her saniyeya xwe ji bo azadiya gelê Kurd û jiyana demokratîk a mirovahiyê borandîye.

Eger em bixwazin 22 salên li Îmraliyê rast binirxînin û fêm bikin, divê pêşî em vê heqîqetê bibînin. Ya ku hişt 22 salan Kurd li dijî komployê têbikoşin, rêbertiya Rêber Apo bû. Bêguman Rêber Apo ji bo bikare deynê têkoşerên jiyana azad û demokratîk yên di dîroka mirovahiyê de bide, ji bo deynê şehîdên pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bide, ev pêşketina fikrî û lêhûrbûna mezin çêkir. Besiva herî baş bi vî rengî daye komployê. Ne tenê li dijî komplogerên roja me, li dijî hêzên xirab yên dîrokî hemûyî wiha bersiv daye. Bi vê hêza fikrê gavek wisa dîrokî avêtiye ku dê dawiyê li hemû hêzên xirabiyê bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv