Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Ji jinên pêşeng ditirsin 03.02.2021

 

JI JINÊN PÊŞENG DITIRSIN
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Gotineke pêşiyên me heye dibêje; ‘Dema ecela nêrî tê nanê şivên dixwe’. Tişta ku niha Erdogan dike jî ev bi xwe ye. Erdogan hemû hêza cîhanê, li gel çeteyên ku, kes nizane esil û feslên wan ji kune da pişt xwe û ket pey xeyalên xwe yên Osmanî. Jixwe qesir û qonax jî ji bo vê yeke ava kir. Hemû sermaye, xêr û bêra welêt kir xizmeta berjewendiyên xwe yên yekparêz û ji bo wê xerc kir. Ji bo têkbirina destketiyên Kurdan ên ku di encama berdêlên mezin de hatine bidestxistin, di serî de li Rojava li Bakur û Başûrê Kurdistanê destê xwe avêt hemû rengên êrişan.

Bi komplo û pîlanên xwe yên qirêj xwest pergala neteweya demokratîk û bihevre jiyana gelan xira bike. Bi desteka çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser Kobaniya ku çirûska yekê ya şoreşê lê vêketibû. Ji bo Kobanê têk biçê tişta jê hat kir. Xwest bi destê DAIŞ’ê Şengala ku li hemberî 72 fermanan, hebûn û nasmaneya xwe parastî, di nava çend kêliyan de ji dîrokê rake. Bê navber çiya, deşt û bajarên Kurdistanê da ber bombeyan. Ew jî pê re neçû serî, bi hevkariya hêzên noker ên herêmê bi xwe ket dewrê. Tişta ku çeteyên wî nekarî bike, ew dixwaze li Şengal, Başûr û Rojavayê Kurdistanê temam bike.

Yên ku di her van pêvajoyên qalkirî de bi rol û mîsyonên pêşengiyê rabûn jî bêgûman jin bûn. Ji lewma her tim jin ji xwe re kirin armanc. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 2013´an de dema ku hêviya aşitî û jiyana aram di nava civakê de ava dibû, ji bo pêşî li vê pêvajoyê bigrin, li Parîsê, Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekî hovane qetil kirin. Pergala mêr baş dizane ku di her kêliya hesas de jinan bi wêrektiya xwe kariya erka pêşengiyê bigire ser milê xwe. Li Kobanê Arîn Mîrkan bi rûhê xwe yê fedayane çeteyên DAIŞ’ê têk bir. Li Efrînê Avesta Xabûr bi bedena xwe li hemberî dagirkeriya Tirk sekinî. Dagirker ji vê sekn û wêrekiya jinan ditirsin, ji lewma êrişî wan dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv