Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Heşdî Wetenî 03.01.2021

 

HEŞDÎ WETENÎ
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Heşdî Wetenî di sala 2015’an de ji aliyê dewleta tirka ve hatiye damezrandin. Weke navend, herêma Başîqa û derdorê wê hatiye pejirandin. Ev hêz, bi armanca, li dijî Heşdî Şabî ya girêdayî İranê û serweriya Tirka li vê herêmê misoger bike hatiye avakirin. Bê gûman ji bo ku rengekî olî jî pêveke û li dijî baweriya Şîa, gelê xwedî baweriya Sunî bikişîne aliyê xwe û bide şerkirin, kete nava hewldanek berfireh.

Ji bo vî karî jî, ew parêzgerê/waliyê Mûsilê yê revok Esil Nuceyfî û bi taybetî kurê wî Ebdullah Nuceyfî erkdar kirin. Bi giranî, ji eşîrên Ereban û hinek Kurd jî yên ser bi PDK’ê ve, di despêkê de li dor 6000 kes bi rêxistin kirin. Perwerdeya wan jî, yekser ji aliyê efser/fermandarên leşkerên dewleta tirka ve hatin kirin. Bi gotin, didan diyarkirin ku yekemîn armanca wan, xwedê giravî, bi taybetî Mûsilê, bi giştî jî herêmê ji DAIŞ’ê rizgar bikin û armanca duduyan, ji bo gelên sune ji zulma Heşdî Şabiyê şîa biparêzin!

Lê armancên sereke yên dewleta tirka ne ev bûn. Vana maske bûn ji bo xapandina raya giştî ji aliyê dînî ve. Belê armanca bingehîn; bi giştî şikandina bandora Tevgêra Azadiyê li herêmê û qutkirina têkilên navbêna Bakur-Başûr-ROJAVA û bi taybetî jî li Şingalê û Mexmûrê û hwd.bû. Li gel vêna armancek din a girîng jî; bi destxistina pertrol û bazirganiya hemû herêmê bû.

Her wiha divê hevparê vê planê, Eniya Turkmenê Iraqê jî neyê jibîrkirin. Dema koma Hulusi Akar derket geryana Bexda û Erbîl û Kerkûkê, hewldan û liv û tevgêrên vê rêxistinê balkêş bû. Her wiha, piştî bê destkeftî vegeriyan, hema li pey wan, ew teqînên giran li Bexdayê û deverên din jî ne balkêşin gelo? Nûçeyên mîna ku “êrîşên werin ser Dêrikê, Şingalê û hwd”. û li pey vêna gotinên nasyar û tehdîdkar ên Erdogan;”ez di şevekê de ji nişka ve dikarim werim” jî balê nakişînin? Tehdîdên wan ji lawazî û tengijî bûna wan e, lê divê mirov jî ne bê xem be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv