Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Thoreau Redcrow: Mîrasa kişika Rojhilata Navîn Biden re ma 03.02.2021

 

DR. THOREAU REDCROW – ANHA
MÎRASA KIŞIKA ROJHILATA NAVÎN JI BIDEN RE MA

Rêveberiya Trump rê da pergala Erdogan a li Tirkiyê ku herêmê wek beşek ji firehkirina Osmaniya nû gur bike. Mînak, di du salên borî de, ji ber dijminahiya Erdogan, gelek kêmneteweyên li herêmê ketin xeteriyê çi Kurd an jî Ermen an jî Asûr an jî Yewnan an jî Qibrisî yan jî Misrî yan jî Lîbyayî yan jî Siûdî yan jî Îmaratî û heta Fransî jî.

Dewleta Tirk di pêvajoya Erdogan de mudaxeleyî Lubnanê kir, Bahreynê tawanbar kir, Somalî dagir kir, çek ji Boko Haram a li Nîjeryayê re şand, li Idlibê El-Qaîde parast, rêveberên Hemasê yên ku dibêjin ew xwediyên Qudsê ne pêşwazî û hembêz dike. Li Rojavayê Kurdistanê jî 300 hezar Kurd qir kir.

Niha jî li gel firehbûna qada hebûna leşkerên Tirk ji Balkanê bigre heta bighêje Qeterê, hemwext amadebûna pergala Erdogan ku ji Malî bigre heta bighêje Keşmîrê mudaxele bike, gelek dewletên li Rojhilata Navîn fêm kirin ku êdî dora wan tê.

Gelo serokê Amerîkayê Biden wê rê li pêşiya pêkanîna dewleta Tirk siyasetên xwe yên firehkirinê yên niha bigire lê na? Ji avakirina baregehan li tevahiya Kurdistana Iraqê ku ji wir êrişî Partiya Karkerên Kurdistanê bike bigire heta bigihêje Qibrisê ku dagirkirina xwe ya 47 salan li Varoşayê fireh bike. Gef li girava Kastelorizo dixwe, serdestiya Yewnanistan û Qibrisê bi rêya keştiyên lêgerînê di nava ava her du welatan de û pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan li Efrînê.

Ji wê zêdetir, gelo Biden wê hesab ji dewleta Tirk bixwaze ji ber ku alîkariya Azerbêcan kir û dron li dijî gundên Artsaxê bi kar anîn. Yan jî serok Biden wê baregeha ezmanî ya Incirlîk a Amerîkayê li Tirkiyê bigre û wan veguhezîne Qibrisê.? Teqez bersiv na ye. Heke pêk bîne jî, dibe ku rastî hinek zextan were. Sedema ku vê yekê neke jî ew e ku nirxê stratejîk ê Tirkiyê ye, ji ber ku Tirkiye ji bo şerê NATO`yê yê li hemberî Rûsyayê, “Sotemeniya topan e”.

Divê Biden destwerdana dewleta Tirk a li ser Rojava di pêşerojê de red bike. Cezayên din li Enqereyê ferz bike ji ber kirîna pergala parastinê ya Rûsyayê S 400. Divê nehêle ku hêzên ezmanî yên Tirkiyê careke din tevlî bernameya F 35 bibin.

Bi rastî, mirov dikare qeydên Biden ên li ser Erdogan test bike; Dibe ku êrişî Şengal û bajarê Dêrikê bike. Armanca berê ya Erdogan qirkirina êzidiyan bû ku wekîlê wê DAIŞ`ê sala 2014`an nikarî temam bike (Wê demê PKK`ê êzidî li Çiyayê Şengalê xilas kirin). Erdogan dixwaze bajarêkî din ên kurdan qir bike ji bo ku hêzên Amerîkayê paşde vekişin û bîrên petrolê desteser bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv